TEV-DEM: Bi ruhê seferberiyê li ber dagirkeriyê rabin

TEV-DEM’ê ragihand, dagirkirina Cerablûsê qebûlnekirina gelên Kurd, Asûrî, Suryanî, Ereb û hemû pêkhateyên herêmê ye û bang li hemû gelên li herêmê kir, ku li her devera lê dijîn, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku dagirkirina Cerablûsê qebûlnekirina gelên Kurd, Asûrî, Suryanî, Ereb û hemû pêkhateyên herêmê ye. Di daxuyaniyê de bang li hemû gelên li herêmê hat kirin, bi taybetî gelê Kurd hat kirin ku li her devera lê dijîn, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê der barê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.  Daxuyanî wiha ye:

Em komkujiya Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya li ser gundên Cerablûsê bi tundî şermezar dikin. Em ji gelên xwe re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Em careke din soz didin ku em ê bîranîna şehîdan bikin bingeha serketinên dîrokî.

JI DESTPÊKA ŞOREŞÊ VE TIRKIYEYÊ PLAN DIKIR, KU ROJAVA DAGIR BIKE

Ji destpêka şoreşa li Sûriyeyê heta roja îro planên dewleta Tirkiyeyê yên dagirker li ser Rojava û axa Sûriyeyê her tim hebûn. Bingeheke dîrokî ya daxwazên Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker heye. Çawa ku di wexta xwe de Yavûz Sûltan Selîm di sala 1516’an bi şerê Mercîdabiqê deriyê Rojhilata Navîn bi hukmê zorê vekir, îro jî Erdoganê faşîst û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker li ber çavên mirovahiyê dixwazin careke din dîrok xwe dubare bike. Neviyê Osmanî Erdoganê faşîzan xwe weke xelîfeyê pêncemîn dibîne û balkêş e ku di roja Mercîdabiqê de careke din ew daxwazên xwe yên dagirker li ser Cerablûsê diyar kir. Karakterê dewleta dagirker û ya Osmanî li ser civaka Rojhilata Navîn her tim bandoreke pirr xeter kiriye. Dijminantî ne tenê li hemberî gelê kurd e, li hemberî gelên ereb, asurî, suryan, tirkmen û hemû civak û çandên Rojhilata Navîn e. Erdogan ê faşîzan û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker hîn jî welatên ereban û Rojhilata Navîn bi kompleksa împaratoriya Osmanî weke eyaletek xwe dixwaze bibîne. Hemû hewldan, lêgerîn û lêhûrbûna dewlata Tirkiyeyê û Erdogan li ser pêşneketina demokrasi û azadiya Rojhilata Navîn e.

BI DAGIRKIRINA CERABLÛSÊ RE ERDOGAN DIXWAZE RÊYEKÊ JI DAIŞ'Ê RE VEKIRÎ BIHÊLE

Ji bo vê Erdogan û dewleta Tirkiyeyê her tim çeteyên faşîzan ên weke DAIŞ’ê li ser serê mirovahiyê kir bela, destek kir û ji wan re bû alîkar. Rola Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya di komkujiya Parîs, Bruksel, Enqere û Amedê de bi awayekî pirr vekirî heye. Îro dagirkirina Cerablûsê ne tene li ser Cerablûsê ye, di heman demê de qebûlnekirin û redkirin gelê ereb, asurî û suryan e. Bi rûmeta civaka Rojhilata Navîn lîstin e. Her çiqas dixwaze xwe li dijî DAIŞ’ê diyar bike jî esas plana Erdogan û AKP’ê ew e ku bikaribe rêyekê ji DAIŞ’ê re vekirî bihêle ku piştgiriya DAIŞ’ê bike. Armanc ew e ku hemû rêyên li ser DAIŞ’ê neyên girtin. Dagirkirina dewleta Tirkiyeyê û komkujiya ku li ser Rojava û axa Sûriyeyê wê tenê bibe sedem ku pirsgirêkên heyî hîn jî mezin bibin û şerê tê dayîn hîn jî kûr û berfireh bibe. Heman Erdogan û AKP ev planên xwe yên qirêj û xwînxwar li ser Kobanê jî bi destekirina DAIŞ’ê pêş xistibûn. Li hemberî van êrîşên DAIŞ’ê ku bi piştgiriya Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyeyê pêk dihatin, dinya  û mirovahî dizane ku gelê kurd, ereb asurî, suryan û tirkmen bi ruhekî fedaî û bi bedelên pirr giran rûmeta hemû mirovahiyê parastin. Ev êrîşa li ser Cerablûsê jî di vê maneyê de esas li ser hemû mirovahiyê ye.

GELÊ KURD KU TÊKNEÇÛNA XWE ÎSPAT KIRIYE, WÊ TI CARÎ PAŞ VE GAVÊ NAVÊJE

Di dîrokê de siyaseta navneteweyî hebûn û azadiya gelê kurd her tim kirine qurbana berjewendiyên xwe. Lê îro gelê kurd wê rê nede vê siyaseta qirêj û bêexlaq. Gelê kurd xwedî biryar e û xwedî rêxistin e ku ji bo azadî û rûmeta xwe bedel her çi be jî ew ê biparêze. Ti dijminantiya gelê kurd ne mimkûn e ku bi gelê ereb û çandên Rojhilata Navîn re hebe. Ti dijminantiya gelê kurd bi civak û dewletên cîranên xwe re jî tine ye. Lê gelê kurd gelekî xwedî bi rûmet e, hebûn û azadiya xwe hertim li ser her tiştî re girtiye. Her kî hebûn û azadiya gelê kurd ji xwe re bike hedef, êrîşî gelê kurd bike, bêguman gelê kurd jî weke hemû gelên cîhanê ew ê li ber xwe bide. Gelê kurd ku têkneçûna xwe îspat kiriye, bi berxwedanê gihîştiye azadiya xwe, ew ê ti carî gav paş de nevêje.

BANGA LI MIROVAHIYÊ

Bangawaziya me ew e ku mirovahî rûmet û berxwedana gelê kurd, bedelên li hemberî DAIŞ û çeteyên weke wê dayîne bibîne û dengê xwe bi dengê gelê kurd re bike yek. Berxwedan û rûmeta gelê kurd weke berxwedan û rûmeta xwe bigire dest. Dîsa bangawaziya me ji hêzên ku li ser Rojava û Sûriyeyê xwe xwedî rol dibînin ew e ku li hemberî dîrok û mirovahiyê rûreş nebin û berjewendiyên xwe li ser hebûn û azadiya gelê kurd hesab nekin. Li hemberî dagirkirina dewleta Tirkiyeyê û kirinên Erdoganê faşîzan xwedî helwest bin.

BILA HEMÛ GELÊN HERÊMÊ MIL BIDIN GELÊ KURD

Ji bo hemû gelê ereb, asurî, suryan û tirkmen bangawaziya me ew e ku bi gelê kurd re mil bidin hevdû. Dagirkirina dewleta tirk a li ser Sûriyeyê weke li dijî hemû civak û çandên li ser axa Sûriyeyê dijîn bibînin. Mil bidin hevdû û têkoşîna xwe bilind bikin.

BILA KURD LI HER DEVERA LÊ DIJÎN LI DIJÎ DAGIRKERIYA ERDOGAN RABIN SER PIYAN

Bi taybet bangawaziya me ji bo gelê kurd ên li Rojava li her sê kantonan dîsa li derveyî welat, her wiha hemû partî, kesayet û saziyên kurd ew e ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk û Erdogan rabin ser piyan, têkoşîna xwe bi baweriyek xurt û rêxistinkirî bilind bikin. Komkujî, zext û zordariya Erdogan û dewleta Tirkiyeyê bi her awayî teşhîr bikin. Beriya her tiştî jî bi ruhekî seferberiyê rabin ser piyan û jixwe bawer bikin. Bila bê zanîn ku gelê kurd di doza xwe de mafdar e, xwedî rêxistin û xwedî îrade ye. Ew ê dîrok careke din li ser gelê kurd re nikaribe xwe dubare bike. Bi vê hêvî û biryarê têkoşîna xwe xurt bikin û bênavber di nava çalakiyan de bin."