Têkiliyên Enqere-Rojava: Rastiya operasyona Tirba Suleyman Şah

Têkiliya destpêkê yan jî 'hevkariya' rêveberiya Rojava û Dewleta Komara Tirkiyeyê, bi operasyona Suleyman Şah, yan jî serdana Cotmeha 2014'an a Salih Muslim dest pê nekir.

Heyeta destpêkê ya fermî ya Rojava, di Hezîrana 2013'an de çû Enqereyê. Hevdîtina destpêkê li avahiya Wezareta Karên Derve pêk hat. Di vê hevdîtinê de, li ser navê Rêveberiya Rojava heyetek û ji Wezareta Karên Derve ya Tirk jî rayedarên 'Maseya Sûriyeyê' amade bûn.

Van hevdîtinan piştre bi rengekî bê navber dewam kirin. Rayedarên li Enqereyê, di her hevdîtinê de ku bi rêveberiya Rojava re kirin digotin, 'Haya Serok Ocalan jî ji vê hevdîtinê heye'.

Mûxabatên ji her du aliyan ve hatin diyarkirin, timî di nava têkiliyê de bûn. Di hin hevdîtinan de Waliyên Dîlok, Riha û Mêrdînê jî amade bûn. Di van hevdîtinan de, ku li avahiyên Walîtiyan hatin lidarxistin, bi giranî pirsgirêkên li ser xeta sînor dihatin nirxandin.

Di hevdîtina destpêkê ya Hezîrana 2013'an û hemû hevdîtinên piştî vê de, aliyê Tirk ji rayedarên Rojava re digot PKK'yî. Aliyê Rojava jî ji wan re digot, 'Em hêzeke li dora nêrînên Ocalan xwe bi rêxistin kirine, lê belê têkiliyeke xwe ya organîk bi PKK'ê re nîne'. Hewl dan vê yekê bi mûxabatên xwe re bidin qebûlkirin.

Piştî ku di Îlona 2014'an de DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, têkilî ket nava pêvajoyeke nû. Wezîrê Karên Derve yê wê demê Ahmet Davûtoglû li Hevserokê HDK'ê Selahattîn Demîrtaş geriya û jê re got, ew dixwazin bi Salih Muslim re hevdîtinê bikin. Li ser vê peyamê, ku ji aliyê Demîrtaş ve hat ragihandin, Salih Muslim bi musteşarê wezaretê Ferîdûn Sînîrlîoglû re li Stenbolê hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de hat ragihandin ku ji wê ji bo Kobanê 'alîkariyê' bi Rojava re bikin. Lê belê piştî demeke kurt derket holê ku ev yek xapandin e û ji bo xistina Kobanê ye. Sozên hatin dayîn bicih nehatina nîn û gefên 'Eger hûn bîatê ji me re nekin, hûn ê bibin hedefa DAIŞ'ê' hatin xwarin.

4-5 roj piştî ku Kobanê di 26'ê Çileya 2016'an de ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, hikûmeta AKP'ê bi rêya Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê ragihand, ku ew dixwazin hevdîtinê bi rêveberiya Rojava re bikin.

Di destpêka sala 2015'an de Salih Muslim ji Brukselê derbasî Stenbolê bû. Di heman rojê de, nûnerên payebilind ên Rojava ku ji bo hevdîtina bi dîplomatên welatên rojavayî li Enqereyê bûn, derbasî Stenbolê bûn û bi Salih Muslim re xwe gihandin hev. Rêveberên Rojavayî nizanîbûn bê hikûmeta Enqereyê çima ew vexwendine.

CIVÎN LI DOLMABAHÇEYÊ HAT KIRIN

Di heman rojê de hevdîtin hatibû plankirin.

Civîna navbera aliyan li Qesra Dolmabahçeyê pêk hat. Li ser navê Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglû û heyeta pê re amade bû. Li ser navê Rojava jî Salih Muslim û rêveberekî din hebû.

Sînîrlîoglû di destpêka hevdîtinê de axivî. Musteşar Sînîrlîoglû 'silavên Ahmet Davûtoglû' ragihand û di dewama axaftina xwe de got, 'haya Ocalan ji vê civînê heye'.

Ji xwe di heman demê de endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî li Qesra Dolmabahçeyê bû, lê tevlî vê civînê nebû.

Sînîrlîoglû ragihand, ku sedema vexwendina rêveberên Rojava, Tirba Suleyman Şah e û daxwaza alîkariyê kir.

ENQEREYÊ ÇIMA XWEST TIRBÊ BAR BIKE

Civîn di destpêka meha Sibatê de pêk tê. DAIŞ beriya çend rojan ji Kobanê hatibû derxistin. Tirba Suleyman Şah bi 30 kîlometreyan li başûrê Kobanê bû, ku hingî ev herêm di destê DAIŞ'ê de bû. Li vir 40 leşkerên Tirk hebûn û DAIŞ'ê dor li wan girtibû.

Tirkiyeyê heta wê çaxê di ser Cerablûsê re (ku ev der di destê DAIŞ'ê de bû) alîkariya lojîstîkî dida leşkerên xwe û bi vî rengî diçû û dihat. Yanî bi qasî 2 mehan, bi hevkariya bi DAIŞ'ê de li Tirba Suleyman Şah hebûna Tirkiyeyê dewam kir.

Lê êdî ev rewş ne dimeşiya û eger YPG rabe DAIŞ'ê ji Tirbê derxîne, wê çaxê wê gotina 'DAIŞ'ê nekarî Tirba pêşiyê xwe rizgar bike, lê YPG'ê rizgar kir' belav bibe. Barkirna cihê tirbê li ser vê yekê pêk hat. Lê belê bêyî YPG'ê jî ev kar nedibû.

ALÎKARÎ JI YPG'Ê HAT XWESTIN

Piştî bibîranîna vê agahiyê, em li civîna Dolmabahçeyê vegerin. Ferîdûn Sînîrlîoglû ev mesaj dida: DAIŞ vê derê weke kozekê li dijî me bi kar tîne. Em dixwazin cihê tirbê bar bikin. Weke dewlet û hikûmetê me biryar dan tirbê bar bikin. Piştî barkirinê jî em ê cihê wê yê berê biteqînin. Em dixwazin tirbê bar bikin nava axa Kobanê. Yê li wir desthilatdar e, hûn in û em dixwazin bi alîkariya we vê yekê bikin'.

Aliyê Rojava jî da xuyakirin, ku aliyekî vê mijarê leşkerî ye û ew neçar in bi YPG'ê re baxivin. Li ser vê yekê Sînîrlîoglû got, 'Em dixwazin YPG alîkariyê bide me'.

PÊŞNIYAR LI SALIH MUSLIM KIR KU DIKARE BIÇE ÎMRALIYÊ

Biryar hat dayîn ku hevdîtin werin dewamkirin û ji bo vê jî mûxatab hatin diyarkirin. Ev mijar bi biryara ku piştre amoje pê bê kirin, hat girtin. Sînîrlîoglû dibêje, hevdîtinên navbera hikûmetê û PKK'ê xitimî ye û rêveberiya Rojava di vê mijarê de dikare bibe alîkar. Nîqaşa 'wê çawa karibe bibe alîkar dewam dike'. Aliyê Tirk dibêje, 'Salih Muslim dikare biçe Îmraliyê'. Lê belê ev hevdîtin ti carî pêk nayê.

CIVÎNA NAVBERA MUSLIM, SÎNÎRLÎOGLÛ Û ONDER

Piştî civînê di navbera Salih Muslim, Ferîdûn Sînîrlîoglû û Sirri Sureyya Onder de li Qesra Dolmabahçeyê hevdîtineke din tê kirin. Naveroka hevdîtinê ji bo ji Ocalan re bê ragihandin, bi Onder re tê parvekirin.

Burokratekî dewletê yê li Dolmabahçeyê amade bû, du roj piştî vê hevdîtinê, li mûxatabê xwe yê li Rojava digere û ji bo detayên mijara Suleyman Şah binirxînin, civînekê plan dikin. Civîn li qereqola li ser sînorê Pirsûs-Kobanê pêk tê. Nûnerên MÎT, Fermandariya Giştî ya Artêşê û Wezareta Karên Derve, ji aliyê Rojava jî nûnerê YPG'ê, nûnerê Îstîxbarata Rojava û rayedarekî siyasî di vê civînê de amade ne. Ev civîn 2 hefteyan hema hema her roj tê lidarxistin. Di nava meha Sibatê de Enqere careke din rêveberiya Rojava dawetî Dolmabahçeyê dike û jê re radigihîne ku 'ew ji bo operasyonê amade ne'.

OPERASYON ÇAWA HAT KIRIN

Ji bo operasyonê alî biryareke hevpar digirin. Aliyê Tirk dibêje ew ê bi balafiran û topan li komên DAIŞ'ê yên li herêmê bidin û ji bo vê jî koordînatan ji YPG'ê dixwaze. YPG koordînatan dide, lê balafirên Tirk ti carî bombeyan li van koordînatan nabarînin. Topan jî navêjin.

Û di şeva 22'ê Sibata 2015'an de, bi qasî 60 tank, 60 maşînên zirxî û 400 leşker sewqî sînorê Pirsûs-Kobanê tê kirin. Lê belê YPG destûrê dide tenê 12 tank, 30 wesayît û 150 leşkeran. 150 şervanên YPG'ê di vê operasyonê de cih digirin.

Şervanên YPG'ê, leşkerên Tirk bi qasî 200 metreyan nêzî tirbê dikin. Tirb tê rakirin û cihê wê tê teqandin. Cihê berê yê tirbê hê enqaz e.

Weke ku tê zanîn, Tirba Suleyman Şah tînin gundê Eşme yê Kobanê. Aliyê Tirk ev der xwest. Beriya bicihkirina tirbê, agahî ji xwediyê vî erdî re tê dayîn. Rayedarên Tirk dibêjin, heta ku li vir bimîne ew ê kirêya vê derê bidin û ji bo vê jî qeymeqamê Pirsûsê wezîfedar dike. Lê belê ti carî pere nade.

Yekane hewldana hevpar a navbera Rojava û TC d hat kirin, ev e. Rêveberiya Enqerê ev yek jî weke karekî xwe nîşan da.

Tirba Suleyman Şah hê li wir e. Di navbera artêşa jinê YPJ û ala Tirk de tenê 100 metre hene.

Vê operasyonê di peyama Ocalan a Newroza 2015'an de jî cih girt. Dema ku Ocalan peyama xwe ya ji bo Newrozê di nava meha Adarê de amade kir û ragihand, ji Enqereyê ev daxwaz jê re tê kirin; 'Eger hûn balê bikişînin ser operasyona Şah Suleyman wê ji bo pêvajoyê baş be'. Enqere bi xwe dixwaze gotina 'Ruhê Eşme' di peyamê de hebe.

Ocalan jî ji bo ku aştî û hevgirtina Kurd-Tirk a giştî, bi taybetî li Sûriyeyê sembolîze bike, gotina 'Ruhê Eşme' li peyama xwe ya Newrozê bi cih dike.

Lê belê weke ku tê zanîn, heman piştî Newrozê, Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ev peyam red kir.

Lê hevdîtinan her tim dewam kirin. Em nizanin bê niha dewam dike yan na.

Lê belê, Enqereyê di mijara meseleya Kurd de qedera xwe bi Rojava û Sûriyeyê ve girê daye. Di nava şert û mercên heyî de, wê xefletek be ku mirov li benda 'têkiliyeke baş' a Enqereyê bi Rojava re bin. Ev şens zûdeyî ji dest hat berdan. Hikûmeta Tirk stratejiya xwe ya Rojava li ser dijminatiyê da rûniştandin û ji bilî têkçûnê şensek ji xwe re nehişt.

Ji ber vê yekê, pêkanîna 'operasyoneke hevpar' a Tirkan bi Rojava re li Reqa yan jî cihekî din, faraziyeke nepêkan e.