BI DÎMEN

'Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye'

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, ku 19 sal in li girtîgeha Îmraliyê tecrîdek girankirî li ser Ocalan heye û got, tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne, Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Wanê Mûrat Melet ji ANF'ê re axivî. 

Melet diyar kir, 19 sal in hemû mafên hiqûqî yên Ocalan têne binpêkirin û got, "Li ti welatî, di qanûn û hevpeymanên navneteweyî de tine ye ku hevdîtina bi miwekîl û parêzeran re were astengkirin. Lê belê em li Tirkiyeyê dinêrin, 7 sal in ti parêzer nikarin bi rêzdar Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji roja destpêkê ve bêqanûnî û bêedaletiya li dijî Ocalan herdem dewam kiriye."

'GELÊ KURD BI FIKAR E'

Melet anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji derveyî hiqûqê ye û wiha pêde çû: "Tecrîd cihê xwe di nava hiqûqê de nîne. Tecrîd di hemû qanûn û Destûrên Bingehîn de li dijî mafên mirovan e. Beriya niha bi rêya şandeya HDP’ê gelê Kurd û malbata Ocalan dikarîbû ji Ocalan agahiyê bigire û bi raya giştî re parve bike. Lê belê îro ti agahiyên gel û malbatê ji Ocalan nîne . Li dijî vê tecrîda girankirî jî gel bi fikar e. Em weke ÎHD û gelê Kurd bi ti awayî der barê tenduristî û rewşa Ocalan de agahiyan nagirin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe gelek caran dîlên azadiyê bedena xwe kirin mertal û ketin grevên birçîbûnê. Divê raya giştî û hikûmet guh bide dengê dîlên azadiyê û demildest tecrîda li ser Ocalan bidawî bibe."

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Melet destnîşan kir, divê gelê Kurd ji rewşa Ocalan agahiyê bigire û wiha got: "Pêwîste demek ji demekê zûtir gelê Kurd ji Ocalan agahiyê bigire. Em weke ÎHD banga lezgîniyê dikin ku destûra parêzer û malbatan ji bo hevdîtinê bê dayîn û bikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Kî dibe bila bibe mafê hemû girtiyan heye bi parêzer, malbat û mafê xwe yê telefonê bikare bikar bîne. Tecrîd û îzalosyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd bi ti awayî nayê qebûlkirin û binpêkirina mafê mirovan e. Divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan demildest bê rakirin û rêyên diyalogê li Îmraliyê bên vekirin. Divê şertên Ocalan ên li girtîgehê careke din li ber çavan bê girtin û divê Wezîrê Dadê xwe di ber çavan re derbas bike. Divê êdî li Îmraliyê hiqûq têkeve dewrê û dawî li sûcê li dijî mirovahiyê bê anîn."