Tecrîd ji aliyê bi hezaran kesî ve hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hezexê ji aliyê hezaran kesî ve bi meşeke meşaleyî hat protestokirin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin. Hevserokên HDP, DBP’ê yên Hezexê, MEYA-DER, DEM-GENÇ û endamên KJA’yê jî di nav de nêzî 5 hezar kes li Parka Aştî hatin cem hev û ber bi Kolana Adîle Naşît ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî serok Apo’ hatin berzkirin û wêneyên Ocalan, alên KCK’ê, her wiha pankarta bi nivîsa ‘Hema niha ji Rêber Apo re azadî’ hatin hildan.

Girseya li kolana Alanya dest bi meşê kir, li Xaçerêya Avahiya Qeymeqamtiyê polîsan bi wesayîtên zirxî pêşî lê girt.  Astengiya polîsan ji aliyê girseyê ve hat protestokirin.

Piştre Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Hasan Yalman daxuyanî xwend û diyar kir ku AKP ya di hilbijartinan de desthilatdarî winda kir, tercîha xwe li aiyê şer û tecrîdê dike. Yalmaz da xuyakirin ku AKP’î hewl didin hemû gelên Tirkiyeyê bikin qurbana hêrsa desthilatdariyê. Yalman wiha berdewam kir: “Divê AKP demildest dest ji pêkanînên xwe berde û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike û dest bi muzakereyan bike.”

Piştî daxuyaniyê girseyê çalakî bi dawî kir. Derengiya şevê jî gelek ciwan li kolanên Adîle Naşît û Alanya hatin cem hev û bi kevir û lastîkan bend danîn û rê li trafîkê girtin.

Polîsan bi ava şid mudaxaleyê ciwanan kir û pevçûna di navbera ciwan û polîsan de heta derengiya şevê berdewam kir.

Ciwan li kolanan belav bûn û pevçûn bi dawî bû.