Tahîr Elçî spartin axê

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi merasîmeke girseyî spartin axê. Kekê Elçî Ahmet Elçî li ber gora wî axivî û got, "Doza me doza aştî, biratî, yekîtî û azadiya gelê me ye."

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ê duh li navçeya Amed Sûrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.

Merasîma destpêkê li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê hat lidarxistin. Girseya gel piştî merasîma li vê derê dan dû pankartên bi nivîsên "Em te ji bîr nakin" û "PKK ne rêxistina terorê ye" dest bi meşê kir.

Hempîşeyên wî yên bi cibeyên xwe di merasîmê de amade bûn, darbesta Elçî ya bi rêngên kesk, sor û zer û ala baroyê hatibû pêçandin hilgirtin ser milan û anîn cihê lê bê veşartin. Bi sed hezaran kesên beşdarî merasîmê bûn, bi hêrseke mezin a li hemberî dewlet û hikûmetê dirûşmên 'Şehîd Namirin", "Kujer Erdogan" û "PKK gel e gel li vir e" qîriyan. Li goristanê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Welatiyan posterên Elçî yên bi nivîsa "Me serî netewand" hildan.

Parêzvanê mafên mirovan û aştiyê Tahîr Elçî piştre ji aliyê hezkiriyên xwe ve li ber qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" hat veşartin. Piştî cenaze spartin axê, girseya gel qurnefîl danî ser gora wî.

Kekê Elçî Ahmet Elçî li ser gora birayê xwe axaftineke kurt kir û got, "Doza me doza aştî, biratî, yekîtî û azadiya gelê me ye."

...