Strasboûrg ji bo meşa protestokirina Komploya Navneteweyî amade ye

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn amadekariyan dikin, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 17. de bi çalakiyeke girseyî protesto bikin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn amadekariyan dikin, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 17. de bi çalakiyeke girseyî protesto bikin. Mîna her salê wê îsal jî li bajarê Fransa Strasboûrgê meş û mîtîngeke girseyî were lidarxistin. Ji bo vê çalakiye amadekarî temam bûye.

Çalakî wê 13'ê Sibatê roja Şemiyê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" pêk were û xwedî li berxwedanên Kobanê-Cizîr, Silopiya-Sûrê bê derketin.

STRASBOÛRG AMADE YE JI KURDAN Û DOSTÊN WAN RE MALOVANIYÊ BIKE

Endama Komîteya Amadekar a meşê Helene Dêrsim agahî da ANF'ê û diyar kir, hemû amadekariyên teknîkî qediya ne. Dêrsim da zanîn, ku Strasboûrg amade  ye ji Kurdistanî û dostên wan re malovaniyê bike û got, "Niha bi tenê tiştek maye; ew jî herikîna Kurdistaniyan ber bi Strasboûrgê ve ye."

Helene da xuyakirin, ku girseya gel wê danê sibehê li Boûlevard de Nancy û Boûlevard de Metz a xeta Gara Trenê ya Navendî (Gare Centrale) li hev bicivin û saet di 11'an de dest bi meşê bikin.

'HER KESÊN LI DIJÎ ŞER Û YÊN OCALAN WEKE TEMÎNATA AŞTIYÊ DIBÎNIN WÊ TEVLÎ BIBIN'

Li gorî agahiyên ji aliyê endama komîteya amadekar Dêrsim ve hat dayîn; ku tevî Kurdistaniyan wê şoreşger-demokratên Tirkiyeyî, kom û partiyên alîgirê aştiyê, rêxistinên çep û sendîkayên Fransayê û gelek komên çep ên ji welatên Ewropayê beşdarî çalakiyê bibin. Di nava van de Partiya Keskan, Eniya Çep (FG), ciwanên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û dostên Kurd ên Fransî hene.

Dêrsim ragihand, Meclîsa Aştiyê ya Ewropayê jî wê beşdarî meşê bibe û got, "Her kesên li hemberî şerê li Rojhilata Navîn diqewime derdikevin û yên Birêz Ocalan weke temînata aştiyê dibînin wê beşdarî vê meşê bibin."

Helene Dêrsim diyar kir, ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê gelek siyasetmedar, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, hunermend û şexsiyetên din li çalakiya navendî amade bin û anî ziman, tevî beşdariya nûnerên gelek saziyan, wê mesajên saziyan jî hebin.

Li ser navê komîteya amadekar Helene Dêrsim, ji bo pûçkirina komploya navneteweyî û ji nû ve avakirina maseya muzakereyê bang li Kurdan û hemû demokratan kir, ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin.

Dêrsim got, "Em çiqasî bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin, wê ewçend bi xurtî seknek li hemberî operasyonên qirkirinê were nîşandan. Lewma divê em nebêjin 'ez neçim jî dibe'. Divê em bêjin, 'eger ez neçim nabe'. Pêwîste her kes herî kêm cîranekî xwe bi xwe re bîne. Divê em hemû destekê bidin berxwedan û serhildana mezin a li Kurdistanê."