SMJÊ: Çarşema Sor li mirvahiyê pîroz be

SMJÊ, bi wesîleya rasthatina cejna civaka Êzîdî ya Çarşema Sor daxuyaniyek nivîskî da û got: “Cejna Çarşema Sor em di serî de li civaka Êzîdî, tevahî gelê Kurd û Mirovahiyê pîroz dikin.”

Siwana Meclise Jinên Êzidî (SMJÊ), bi boneya Cejan Çarşema Sor daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku cejn di wateya xwe de jiyîna, jiyanek azad û bi rûmet îfade dike. SMJÊ di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Cejna Çarşema Sor jî ji bo parastina nirxên xwezayê û mirovahiyê xwedî cîhekî xwe yê girîng e. Çawa bi demsala biharê, afirandina mirovahiyê tê pîroz kirin û xwe nûjen dike, di bingeha xwe de li beramberî nirxên dayîka pîroz xwedî heman wate ye.

Di dewama daxuyaniya SMJÊ de ev tişt hate gotin:

“Ji lewra jî çawa jinê xwe hertim nû dike û bi xwezayê ra yek dibe û wiha her bedew dibe, cejna çarşema sor jî tê wateya bedewbûna xwezayê.

Di sedsala 21’ emîn de ku şerê cîhanê yê sêyemîn li erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji aliyê serdestan ve di asta herî hov de tê meşandin, hewl tê dayîn bi hişmendiyek olperestî, zayendperestî û nijadperestî civakan li beramberî hevdu bidin qir kirin. Dibe ku yek ji civakên herî zêde ku hemberî vê hişmendiya faşîst têkoşiya be, civaka Êzîdî be. Lewra jî, ji bo parastina nirxên mirovahiyê û xwezayê civaka Êzîdî daîmlî pêşengtiya wê kiriye. Piştî fermana 73’ emîn jî bi taybetî jina Êzîdî li ser hîmê xwebûna xwe rêxistinbûna xwe ava dike, da ku em wek gel bikarîbin vegerin heqîqeta xwe û bedewbûna jiyanê, divê di navbera hemû ol, netew û pêkhatiyên cîhereng de yekitiyek bê ava kirin. Felsefeya ku me dikare bigihîne vê pêwîstiyê tenê ya Rêber APO ye!

Di dema ku civaka Êzîdî li Şengalê û tevahî gelê Kurd li Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ser esasê avakirina pergala konfederalîzma demokratîk xwe bi rê ve dibin û şerê serdestan di asta jorîn tên meşandin, yek ji erka me ya bi rasthatina Cejna Çarşema Sor ew e, bi yekitiyek xurt û eniyek demokratîk ji bo parastina nirxên netewî, olî û mirovahiyê ji her demê bêhtir têbikoşin.

Di vê çarcovê de Cejna Çarşema Sor li Mirovahiyê pîroz be!”