BI DÎMEN

Siyasetmedarên Kurd: Di civîna şêwiriyê de hêviya Kongreya Neteweyî derket pêş

Komxebata ku KNK’ê li Başûrê Kurdistanê bi mebesta ku kêşeyên Başûrên Kurdistanê nîqaş bike 24-25’ê Îlonê li Kerkûkê bi rê ve birî bi nîqaşên germ bi dawî bû. Beşdarên Kombexebatê hêvî kirin ku guftûgoyên civînê bibe bingeha Kongreya Neteweya Kurd.

Komxebata ku du rojan dom kirî û bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, nivîskar, nûçegihan, rêxistinên jin û ciwanan, ji sê parçeyên din yên Kurdistanê jî, bi tayebî kêşeyên Başûrê Kurdistanê bi hûrûkûr hatin guftûgokirin.

Di komxebatê de tespît û çareseriya kêşeyên Başûrê Kurdistanê, pozîsyona Başûrê Kurdistanê ji hêla hevsengên Rojhilata Navîn ve, pêşxistina siyaseta netewî û rola Başûrê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Beşdarên Kombexetê Encumena Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzû, Endama KNK’ê Fayze Xatem Omer û Encumenê Tevgera Goran Dr. Mihemed Elî ji ajansa me re axivîn.

Encumena Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzû: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan ev komcivînek bi nirx bû. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê qeyranek heye û hem aborî hem jî siyasî yekser bandora xwe li gel dike.  Niha hikûmeteke ku karibe li gel xwedî derkeve li Başûrê Kurdistanê nemaye, zêdetir berjewendiyên kesî an jî hizbî derdikevin pêş. Nêzîkatiyên wisa jî bê guman ji bo gelê Kurd wek neteweyek yekgirtî nebe dibe çavkanî.

Ji bo destnîşankirina van xalan û eşkerekirina çareseriyan ev civîna şêwiriyê xwedî cihekî girîng bû. Tenê hêviya me ew e ku ev xalên li vir hatine nîqaşkirin bikevin meriyetê û di jiyana gel de pêk were. Li vê civînê hêviya Kongreya Neteweya Kurd hat kirin ku destekeftiyên Kurdan bibe malê tevahî gelê Kurd.

Endama KNK’ê Fayze Xatem Omer: Li vir bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedaran ve civînek hate lidarxistin. Niha her kes pê dizane ku qeyranek hem aborî hem jî siyasî li Başûrê Kurdistanê heye. Belê, her kes dizane qeyran heye, lê ka wê çareseriya wê çawa be? Di vê civînê de guftûgoya vê hate kirin.

Wek beşa duyem jî têkîldarî rola Başûrê Kurdistanê ya di neteweya Kurd de bû. Niha wek mînak her rêxistinek û partiyek li derveyî welat ji bo dîplomasiyê nûnerên xwe hene. Lê, ev ne di wateyek neteweyî de, zêdetir ji bo rêxistin û partiyên xwe ne. Pêwîst e êdî ev bibe tiştekî giştî, ji bo hemû Kurdistanê pêk were. Eger ev zextekî yekbûyî û giştî li derve çêbibe wê pêşketin ji bo Kurdistanê be.

Encumenê Tevgera Goran Dr. Mihemed Elî: Em weke Tevgera Goran piştgiriya xebatên bi vî awayî dikin, di wê hêviyê de ne ku ev civîn û xebat bibe wesîleya xurtkirina yekîtiya Kurd hem li nav welat hem jî li derveyî welat. Di wê baweriyê de ne ku bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkên Kurd, bi taybet jî li herêma Kurdistanê. Ya ji hemûyan kûrtir û bê derman bûye jî pirsgirêka siyasî ya ku li herêma Kurdistanê ye.

Divê pirsgirêkên li herêmê bên çareserkirin û çareseriyekî bi lezgîn ji bo aboriyê were peydakirin. Ya ji hemûyan girîngtir jî divê demildest Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi xebatê bike. Ev nêzî salekê heye parlemento hatiye bêbandorkirin. Divê careke din hikûmet erka xwe ya li beramber gel û civakê pêk bîne. Bi hêvîya ku ev civîn û komxebat bibe wesîleya çareserkirina hemû pirsgirêkên herêma Kurdistanê.