BI DÎMEN

Sivîl bi rengekî ewle ji gundê Cezra tên derxistin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, ku ketin nava gundê Cezrayê, gundiyan derbasî herêmên ewle dikin. Li gund şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, di çarçoveya qonaxa sêyemîn a pêngavê de gundê Cezra yê li rojhilatê Reqayê gav bi gav ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin û sivîlan ji herêmê derdixînin.

Gundê Cezrayê bi 70'ê kîlometreyan dûrî navenda Reqayê û bi 50 kîlometreyan jî dûrî Dêra Zorê ye. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de li nava gund şerekî dijwar diqewime.

Şervanan piştî ku dor li gund girtin, di destpêkê de li kozikên çeteyan ên li pêşiya gund xistin û dest bi derxistina gundiyan kirin.

Piştî ku gundî ji vir hatin derxistin, şervan ketin nava gund. Beşeke mezin a vî gundî ji çeteyan hatiye paqijkirin. 

Şerê li herêmê dewam dike.