Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Şirnexî: Bila qedexeya derketina derve êdî bê rakirin

Şirnexiyan xwestin, qedexeya derketina derve êdî bê rakirin û gotin, ew nikarin di zivistanê de li binê konan bijîn. Şirnexiyan destnîşan kirin, ku ew ê cih û warên xwe neterikînin û banga piştgiriyê kirin.

Li Şirnexê, tevî ku şer qediya ye, qedexeya derketina derve nayê rakirin. Xanî û avahiyên li bajêr ên tiştek pê nehatiye tên xerakirin, kolan û tax tên tinekirin. Şirnexî li şûna ku bar bikin cihên din, li cih û warên xwe li binê konan dijîn û bi biryardarî li ber xwe didin.

Şirnexiyên li binê konan dijîn, ji aliyê re axivîn.

'BI MEHAN E EM LI HILWEŞANDINA ŞIRNEXÊ TEMAŞE DIKIN'

Ahmet Kara da xuyakirin, temaşekirina li hilweşandina Şirnexê bi wan gelekî zor e û destnîşan kir, ku divê qedexeya derketina derve bê rakirin. Kara got, "Bi mehan e em li hilweşandina Şirnexê temaşe dikin. Raboriya me xera kirin. Mala me li taxên hatin xerakirin bû. Em bi salan xebitîn û me ji xwe re xaniyek çêkirin. Lê niha ew xera kirine. Ji bilî hînbûna jiyana li vê derê ti careyeke me nîne. Dema zivistan hat, em ê nikaribin li vir bimînin. Dibêjin wê dest deynin ser erdê me. Em ê kon vedin û li wir bijîn. Bi kîjan mafî hewl didin dest deynin ser erdê me? Em ê destûrê nedin vê yekê."

'BI PIŞTGIRIYÊ EM DIKARIN PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN'

Resûl Aydin jî da xuyakirin, ku êdî zivistan tê û piştî mehekê nema dikarin li vir îdare bikin. Aydin got, "Zarokên me perîşan bûn. Dibistan vebûn, lê nikarin biçin. Divê mirov rewşa li vir vebêjin. Beriya demekê şer qediya, lê belê hê jî qedexeya derketina derve nehatiye rakirin. Bi vî rengî Şirnex tê hilweşandin. Vê yekê çawa qebûl dikin, em fêhm nakin. Divê qedexeya derketina derve tavilê were rakirin û çareserî ji mirovên bê mal man e, were dîtin. Kes ji dewletê tiştekî hêvî nake. Bi piştgiriya hev em dikarin gelek pirsgirêkan çareser bikin."

'HÊZA ME JÎ HETA CIHEKÎ YE'

Saîma Tûnç diyar kir, ew gelekî li ber dikeve ku zarokên li binê konan dijîn nikarin biçin dibistanê û anî ziman, ku yên Şirnex qedexe kirine çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Tûnç got, "Çawa Şirnex xera kirin, divê çareyekê jî bibînin. Berê jî heman tişt kiribûn. Ji ber ku em Kurd in, vê yekê tînin serê me. Yên qala biratiyê dikin, bila halê Şirnexê bibînin. Em 12 kes li binê vî konî dijîn. Mirovên nû zarok ji wan re çêbûne, yên nexweş jî hene. Gelo me çi kir ku ev yek li me rewa tê dîtin? Em ê van ji wan re nehêlin. Me havînê pirsgirêkên xwe yên li vir çareser dikirin, lê belê hêza me jî heta cihekî ye."

'ZAROK ÊDÎ DICEMIDIN'

Alî Ozcan, ku bi qedexeya derketina derve re karê wî ji dest çû, anî ziman ku Şirnexê ji bo her kesî li ber xwe da û got, "Lê kesî ji bo me li ber xwe neda. Hemû alavên me yên malê, li wir man. Li vê derê, me jiyana xwe bi piştgiriya hev bi rêxistin kirin û havînê baş derbas bû. Lê belê hewa êdî sar e û zarok dicemidin. Mirovên nexweş jî hene. Dema yek nexweş dikeve, em dibin navenda tenduristiyê ya Dêrgulê. Ji ber ku li wir jî dermanfiroş nîne, ji bo girtina dermanan em neçar dimînin biçin Cizîrê. Li Şirnexê, mamoste jî li derdorê belav kirine. Qedexeya derketina derve rabe jî, wê zarok nikaribin biçin dibistanê. Me havînê li vir îdare kir, lê êdî hêza me jî nema ye."

'EM Ê VÊ DERÊ NETERIKÎNIN'

Necmiye Taş ragihand, wê hemû zarokên xwe li Şirnexê mezin kiriye û destnîşan kir, ku ew ê neviyên xwe jî li vî bajarî bide jiyîn. Taş got, "Her kes rewşa li vir dibîne. Ez fêhm nakim bê çawa wijdanê wan qebûl dike? Haya her kesî ji her tiştî heye. Gelo çêdibe ku Şirnexî li ber xwe bidin, lê yên mayî lê temaşe bikin? Vaye zivistan hat, em ê çi bikin? Em êdî zorê dikişînin. Şaredarî timî madeyên xwarinê û alavên din dîtine. Piştî wextekê ew ê jî nikaribe vê alîkariyê bike. Divê destek ji mirovên xaniyên wan hatine xerakirin, bê dayîn. Hêza Kurdan têra vê dike. Bila qedexe bê rakirin. Yên vedigerin wê vegerin, yên nevagerin jî wê li vir bimînin. Lê naçin cihekî din. Em ê vê derê neterikînin."

'JI NIHA Û PÊ VE TEHDE WÊ LI ME BIBE'

Kamîl Gok da xuyakirin, ku ew hînî jiyana li binê konan bûne, lê belê ji niha û pê ve wê tehde li wan bibe. Gok got, "Di mehên zivistanê de em nikarin li binê konan bimînin. Bi çend eşyayên xwe em ji malê derketin. Sê zarokên min hene, rewşa wan, tenduristiya wan baş e, lê heta kengî wê bi vî rengî dewam bike? Bila qedexeya derketina derve were rakirin, ku em jî karibin li malên xwe vegerin. Bi mehan e cihên xera nebûne jî xera dikin û dest datînin ser eşyayên me. Bila bêjin; ev yek di kîjan pirtûkê de tê nivîsandin."

'YA HERÎ BI ME ZOR TÊ, TEMAŞEKIRIN E'

Osman Arslan ku tevî malbata xwe ji bo li xaniyê xwe binêre çû Şirnexê, lê hat binçavkirin, da zanîn, ku ji ber polîsan li cem zarokên wan gule berdane hewayê, êdî zarokên wan ji biyaniyan ditirsin. Arslan got, "Me nexwest biçin cihekî din. Em hînî vir bûne. Şert û merc zehmet in, lê em hîn bûne. Her roj em li ber rûniştin û me li xerakirina xaniyên xwe temaşe kirin. Ya herî bi me zor tê, ev temaşekirin e."

'BERÊ JÎ GUNDÊN ME ŞEWITANDIN'

Resûl Taş ê 67 salî jî da xuyakirin, ku beriya niha gundên wan hatibûn şewitandin û got, "Rojekê hatin û gotin 'gund vala bikin'. Em matmayî man bê çi bikin. Bi zorê em ji wir derxistin, gund jî şewitandin. Em hatin Şirnexê, li vir jî dev ji me bernedan. Herî dawî bi rengekî vekirî şewitandin. Ew dixwazin me ji vir derxînin, lê em ê neçin. Heta vî emrî ez neçûm, ji niha û pê ve jî ez ê neçim. Zivistan nebûya me pirsgirêk hal dikirin."

...