BI DÎMEN

Şêxê Êla Bûselema: Federasyon pêkhatiyan li hev dicivîn e, em pê re ne

Şêx Fayiz Ebdulruhman Şêx Namis diyar kir ku federalî hemû pêkhateyan di nava xwe vedihewîne û destnîşan kir, ku ew bi Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê re ne.

Şêx Fayiz Ebdulruhman Şêx Namis diyar kir ku federalî hemû pêkhateyan di nav xwe de digire û pêwîstiyên wan bicih tîne. Şêx Namis destnîşan kir ku gelên Rojava di serî de yên Cizîrê birayên hev in, wê ne Erdogan û ne hevalbendên wê karibin tevliheviyê di navbera gel de derxînin.

Şêxê Êla Bûselema Şêx Fayiz Şêx Ebdulrehman Şêx Namis têkildarî projeya sîstema Federaliya Demokratîk, bûyerên du rojên dawî li bajarê Qamişlo rû dan û erîşên dewleta Tirk li ser Rojava de, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re a axivî.

Şêx Namis diyar kir ku ew bi  her projeyekê ku yekîtiya xaka Sûriyeyê diparêze û pêdiviyên wan pêk tûne re ne û wiha dom kir: "Gelên herêmê hîna wateya federaliyê nizanin. Me jî di rêya sîstema Îmarat û Amerîka de nas kir, dikarim bêjim ku ev sîstem hemû pêkhateyan yek dike û pêdiviyên gel ên jiyanî bicih tine. Eger ev sîstem ne wisa be federalî bi ser nakeve."

Şêx Namis destnîşan kir ku ew bi federaliya ku Sûriyeyê perçe nake û  yekîtiya wê diparêzin re ne û got: "Ez ji hemû pêkhateyên herêmê dixwazim, piştgiriya vê sîstemê bikin û nehêlin dewletên komploger ên li ser Sûriyeyê vê sîstemê têk bibin û bibin yek dest li hemberî êrîşên terorîst li ser Sûriyê."

Şêx Namis bal kişand ser bûyerên dawî yên li Qamişlo qewimîn û diyar kir, êrîşên dawî yên rejîmê li ser bajarê Qamişlo yek ji hewldanên tevliheviyê ye. Şêx Namis sersaxî ji malbatên şehîdan, şîfa ji birîndaran re xwest. Şêx Namis da zanîn ku kesên xêrnexwaz û lewaz xwestin cudahiyê bixin navbera pêkhateyên bajêr, lê bi saya hişyariya gel hewldanên wan têk çû û got: "Ez dibêjim, ne hêsan e ku ew kes bigihêjin armancên xwe, madem gel di biratî û jiyana hevbeş de bi israr e."

Şêx Namis da xuyakirin, ku dijminên gelê Sûriyeyê di serî de Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Erdogan û hikûmeta wî naxwazin Sûriye bi aramî bijî ji ber vê yekê êrîşî herêmê dikin û piştgiriyê didin çeteyan. Şêx Namis axaftina xwe wiha dewam kir: "Wê komployên Erdogan ên li dijî gelê Sûriyeyê bi sernekeve. Gelê Rojava bira ne û li hemberî polîtîkeyên ku jiyana hevbeş  û yekîtiya wan armanc digirin li ber xwe didin."

Şêxê Êla Bûselema, Şêx Fayiz Şêx Ebdulrehman Şêx Namis axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez bang  gelên Hesekê dikin bi hemû pêkhateyên wê kurd, ereb, suryan, êzîdî û asûr dikim ku divê em welatê xwe biparêzin, Sûriyeke nû ava bikin, da ku hezkirin û ewlehî li pêk were. Em bira ne, bi xweşî û xemgînî bi hev re dijîn, divê em dûrî lîstokên û komployên dewletên derve, di serî dewleta Tirk bisekinin. Ez ji bang li ciwanan jî dikim ku beşdarî YPG‘ê bibin û rola xwe di parastina herêmê ji çeteyan bilîzin."

...