BI DÎMEN

Şervanên YPG'ê: Li Helebê projeya jiyana hevpar bi ser ket

Şervanên YPG'ê dan xuyakirin, ku li Heleb a ji çeteyan hat paqijkirin, di şexsê Şêx Meqsûdê de projeya jiyana nû û hevpar bi ser ketiye.

Şervanên YPG'ê yên li Helebê Azad Efrîn, Nûrî Heleb û Ziyad Efrîn komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê, bi raman û felsefeya xwe komploker têk biriye.

'6 SALAN BERXWEDANEKE BÊHEMPA HAT KIRIN'

Azad Efrîn da xuyakirin, ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, her kes di nava 6 salan de bi erka xwe rabûn û ji bo azadiyê, bi rengekî bêhempa li ber xwe dan.

Efrîn diyar kir, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bûn hedefa hêzên dixwazin Şoreşa Rojava tine bikin û bal kişand ser êrîşên omên çete yên ser bi koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê, ku di nava 6 salan de bênavber hatin kirin.

Efrîn got, "Hêzên YPG/YPJ'ê di nava 6 salan de taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî bi canê xwe parastin. Berxwedan di Mijdara 2016'an de bi ser ket. Li rojhilatê Helebê, bi operasyonên li herêmên ji aliyê komên çete yên weke El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgaya Sûltan Mûrad ve hatibûn dagirkirin, taxên rojhilatê Helebê ji komên çete paqij kirin."

Di dewama axaftina xwe de Efrîn hêzên komploker şermezar kir û di şexsê cangoriyên bedena xwe dan ber agir û li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn xelekek ji agir, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr anî.

Efrîn got, "Em ê heta dawiyê şopdarên wan hevalên xwe bin û ji bo bicihanîna armancên wan şer bikin. Hêzên emperyalîst, dema ku ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn destwerdan kirin, di destpêkê de êrîşî Rêberê Gelê Kurd kirin. Ji ber ku Rêbertî li pêşiya hemû lîstikên li ser Rojhilata Navîn tên lîstin û li pêşiya hesabên mêtîngeriyê, astengiya herî mezin bû.

Bi dîlgirtina Rêbertî re ji wan hebû ku wê têkoşîna azadiyê ya Kurd tesfiye bikin. Lê belê berevajî vê yekê, li çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatan Kurd rabûn serhildanê û xwedî li Rêberê xwe derketin."

Efrîn da zanîn, ew ê jî ji bo layiqî ked û hewldanên Ocalan bibin, têkoşîna xwe xurtir bikin û hesab ji komplokeran bipirsin.

'XWESTIN VÎNA GELAN TESLÎM BIGIRIN'

Şervanê YPG'ê Nûrî Heleb jî anî ziman, plan û projeyên qirêj ên li ser herêmê ti carî kêm nebûne û diyar kir, planên komployê yên li dijî gelê Kurd her tim bi rê û rêbazekê derketine holê.

Nûrî Heleb got, "Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê me bi canê xwe gelên xwe arast. Û ev yek jî bi giranî bi ser xist.

Dema ku Heleb bi temamî hat şewitandin, xerakirin û talankirin, gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û komên din ên baweriyan destek dan hêzên YPG/YPJ'ê û qadên xwe yên jiyanê parastin. Gelê me li herêmên weke Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ji bo Helebiyên ji şer reviyan seferber bûn. Mala xwe, betaniya xwe, xwarin û ava xwe bi wan re parve kir."

Nûrî Heleb bibîr xist, ku li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û herêmên din ên di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ne, bi hezaran mirov ji nû ve li jiyanê vegeriyane û wiha dewam kir: "Gelê me serî li ber ti êrîşan netewand. Tevî şervanên YPG/YPJ'ê bi rengekî bêhempa li ber xwe da. Serî netewand, li ber xwe da. Û di dawiya dawî de gelên me bi ser ket. Yên serî tewand, dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûriyeyê ne. Gelê me li qadên azad, bi rengekî aram û ewle jiyana xwe didomîne.

Li dijî hêzên dixwestin vîna gelên me bişikînin û teslîm bigirin, gelên me rêxistinbûna xwe xurt kir. Ev yek ne tenê ji aliyê leşkerî vekir, ji aliyê siyasî ve jî kir."

Heleb da zanîn, ku sîstema federal a demokratîk mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax tê avakirin.

'EM PÊŞENGIYÊ JI ŞOREŞA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK RE DIKIN'

Şervanê YPG'ê Ziyad Efrîn jî anî ziman, ne tenê gelê Kurd hemû gelên Sûriyeyê xwedî li Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê derketine û ragihand, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, gel û komên baweriyan li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê li hev civiyan.

Efrîn destnîşan kir, Şoreşa Rojava û şervanên YPG/YPJ'ê pêşengiyê ji Şoreşa Sûriyeya Demokratîk re dikin û da zanîn, di şexsê taxa Şêx Meqsûdê de pêşî li hemû planên fetisandin û tinekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd, hatiye girtin.

Efrîn da xuyakirin, ku tevî hemû êrîşan jî Şoreş bi berxwedanê mezin dibe û destnîşan kir, ku ji bo parastina Şoreşa Rojava ya ku pêşengiyê ji Şoreşa Sûriyeyê re dike, ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Efrîn herî dawî bang li ciwanên Kurd û gelên cîhanê kir, ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.

Şervanê YPG'ê Azad Efrîn diyar kir, piştî ku di sala 2011'an de şer dest pê kir, Heleb ji bo her kesî veguherî herêmek girîng û stratejîk û ragihand, di serî de gelê Kurd hemû gelên Sûriyeyê li Helebê li dora YPG/YPJ'ê li hev civiyan, xwe parastin û hewl dan nehêlin şer bigihêje herêmên wan.