'Şervanên ruhê Apoyî: Êrîş û Andok'

Gerîla Êrîş û Andon ên li Kayseriyê di sala 2012'an de çalakiya fedaî lidar xistin, ji aliyê hevalên xwe ve hatin vegotin. Hevrêyên wan gotni, "Ew rewşa şênber a fedaîtiya PKK'ê ne."

Gerîlayên HPG û YJA Starê, gerîlayên HPG'ê Êrîş û Andok ên di 27'ê Gulana 2012'an de li Kayseriyê çalakiya fedaî lidar xistin, vegotin. Gerîlayan destnîşan kirin, ku di nava PKK'ê de fedaîtî xetek e û diyar kirin, Êrîş û Andok rewşa şênber a vê xetê ne.

FEDAÎTÎ SEKNEKE JIYANÊ YE

Gerîla Cûdî Botan da xuyaakirin, ku ruhê fedaîtî rastiya PKK'ê ye û got, "Di demeke ku ji her alî ve zilm li mirovahiyê tê kirin de, ruhê Apoyî yê fedaî derket holê. Û ev ruh heta roja îro weke xetekê, weke seknekê dewam kiriye. Em mîrateya şehîdên xwe dewr digirin û hewl didin vî ruhî bidin jiyîn. Em ê her tim bidin jiyîn."

Botan destnîşan kir, ku fedaîtî israra di armancê û bi ser xistin e û got, "Fedaîtî li dijî zext û zilmê serî rakirin e, bi cih anîna armancên azadiyê ye. Bêguman dema ev tê kirin, israra di armancê de, gelekî girîng e. Çalakiya hevrê şehîd Êrîş û Andok ev bû."

BERXWEDANA GELÊ ME YA DI VÊ PÊVAJOYÊ DE, RUHÊ FEDAÎ CAREKE DIN DERXIST HOLÊ

Gerîlayek din a YJA Starê Bêrîtan Cîlo jî anî ziman, ku fedaîtî ne tenê berxwedana gerîla, di heman demê de berxwedana gelê Kurd jî şênber dike û got, "Fedaîtî bêguman ji bo şervanên azadiyê tê wateyeke gelekî cuda. Lê belê ev ruh bi taybetî di berxwedana dema dawî ya gelê Kurd de şênber bûye. Li Cizîr, Sûr, Nisêbînê gelê me bi rengekî fedaî li hemberî dijmin li ber xwe da û serî netewand. Ev jî sekneke fedaî ye." Cîlo di dewama axaftina xwe de got, "Ji cihê şehîdên me hiştine, dewam kirina vê yekê wezîfeya me ye. Em ê xwedî li vê mîrateyê derkevin."

Gerîlaya bi navê Rojerya Zîlan jî ji bo vî ruhê fedaî ev nirxandin kir: "Piştî her şehadetê pêngavên watedar pêk hatine. Yên ku ev ji me re hiştiye Rêberê me û şehîdên me ne. Çalakia hevalên Êrîş û Andok, bersiva herî mezin a li hemberî dijmin bû."

Zîlan da xuyakirin, ku di pratîka têkoşînê ya Êrîş û Andok de ev sekna fedaî her tim serdest bû û got, "Di nava jiyanê de heval bûn xwedî sekneke fedaî. Eger welê nebûya, ev çalakî bi ser nediket. Wan jî bi vê çalakiya xwe ve koledarî têk birin."

Zîlan diayr kir, ew ê xwedî li mîrateya wan derkevin û got, "Her hevalê me yê şehîd dikeve, alê dewr dike. Weke şopdarên wan, em jî alê ji destê wan digirin û di rêya azadiyê de em ê her tim bi pêş de biçin."