Şervanên Lîwa Ehrar Reqqa: Em ê gelê xwe ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin

Şervanên Lîwa Erar Reqqa ku ye ji pêkhateyên QSD'ê ye dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê nikarin li ber hêzên QSD'ê bisekinin û di nava tirs û panîkê de direvin.

Operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê ya hêzên QSD'ê dewam dike. Şervanên Lîwa Ehrar Reqqa ku di vê operasyonê de cih digirin, ji ANF'ê re axivîn. Şervanan dan xuyakirin, ku ew ê bakurê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û gelê herêmê ji zilma çeteyan rizgar bikin.

Şervanê Lîwa Ehrar Reqqa Ebû Xelîl diyar kir, ji ber wehşeta çeteyên DAIŞ'ê ya serjêkirin, îşkence, cezakirina bi qemçî û hwd. zilm li gelê herêmê tê kirin û ji ber vê yekê demeke dirêj e bang li QSD'ê tê kirin.

Ebû Xelîl da zanîn, ku weke pêkhateyên QSD'ê wan ev bangên gelê herêmê bihîstine û bi vê armancê dest bi pêngava paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê kirine. Ebû Xelîl destnîşan kir, ku ew dixwazin gelê Sûriyeyê ji zilma çeteyan rizgar bikin û bi coş û moraleke mezin tevlî pêngavê dibin.

Şervanekî din ê Lîwa Ehrar Reqqa Ebû Mohammed Elî jî pêngava rizgarkirina bakurê Reqqayê yê duh saet di 13:50 de destpê kir, li tevahiya gelên Sûriyeyê pîroz kir. Ebû Mohammed Elî da zanîn, ku bi vê pêngavê ve ew li herêmê gav bi gav bi pêş de diçin, çeteyên DAIŞ'ê jî ketine nava panîkê û zeviyan dişewitînin.

Şervanê Lîwa Ehrar Reqqa Mohammed Elî diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê nikarin li ber hêzên QSD'ê bisekinin û di nava tirs û panîkê de reviyan e. Ebû Mohammed Elî anî ziman, ku eykane nûnerê gelên Sûriyeyê hêzên QSD'ê ye û bang li hemû hêzên Ereb kir, ku ji bo paqijkirina xaka Sûriyeyê û Rojava ji çeteyên mîna DAIŞ'ê, tevlî nava refên QSD'ê bibin.