Şervanê YPS’ê Zafer Adiyaman li gundê xwe hat veşartin

Şervanê YPS’ê Zafer Adiyaman ê ku 5’ê Cotmehê di şerê Wanê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê Şervanê YPS’ê Zafer Adiyaman ê ku 5’ê Cotmehê di şerê Wanê de ku li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolûyê qewimî, jiyana xwe ji dest da, piştî karûbarên otopsiyê yên li Fakulteya Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê, ji hêla malbatê hate wergirtin. Cenazeyê Adiyaman piştî li rêya Amedê hat pêşwazîkirin birin gundê Konak ê navçeya Egil a Amedê.

Welatiyan di têketina gund de cenaze pêşwazî kirin, hildan serê milên xwe û anîn goristana gund. Di merasîma cenaze de ku wekîla HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, gelek DBP’î û HDP’î tevlî bûn, xizmên Adiyaman lorandin, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Di merasîmê de Hevserokê MEYA-DER’ê ya Amedê Hasan Pençe axivî, anî ziman ku wê heta dawiyê xwedî li têkoşîna Adiyaman derkevin. Pençe destnîşan kir ku wê teslîmiyata ku AKP’e li ser gelê Kurd ferz dike qebûl nekin, got wê berxwedana bi rûmet bi serkeftinê bi encam bibe.

Ji bo Adiyaman li gundê wî Konaxê sersaxî tê xwestin.