Şervanê YPS’ê Bûdak bi dirûşmeyan hat veşartin
Şervanê YPS’ê Dogan Bûdak bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Şehîd Namirin” hat veşartin.
Şervanê YPS’ê Dogan Bûdak bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Şehîd Namirin” hat veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPS’ê Dogan Bûdak (Bawer Amed) ê li navçeya Gever a Colemêrgê di şerê 19’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê hat wergirtin û anîn Êlihê.
Cenazeyê Bûdak li Goristana Asrî ji hêla bi sedan kesî bi dirûşme û tîlîliyan hat pêşwazîkirin. Bûdak bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Şehîd Namirin” hat veşartin.
Di merasîmê de dayik Hawa Bûdak axivî, destnîşan kir ku kurê wê êdî yek ji şehîdên nemir ê Kurdistanê ye û got; “Piştî kurê min çibû got dayê li pey min negirî. Ez ê jî ji bo wî negirîm.”