Şervanê YPG’ê Şehnazî spartin axê

Cenazeyê Ferşat Şehnazî (Hamza Çiya) yê YPG'î ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de ji cîgera xwe nexweş ket û li Rihayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran ve hate definkirin.

Cenazeyê Ferşat Şehnazî (Hamza Çiya) yê YPG'î ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de ji cîgera xwe nexweş ket û li Rihayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran ve hate definkirin.

Cenazeyê Ferşat Şehnazî (Hamza Çiya) yê YPG'î ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de ji cîgera xwe nexweş ket û li Rihayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da ji ber ku rejîma Îranê cenazeyan qebûl nake anîn wanê. Cenazeyê Şehnazî yê ku bavê î beriya 4 salan ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin û dayika wî ji ber nexweş e nekarî bên serê sibehê li navçeya Westanê ya Wanê bi konvoyekî ve hate pêşwazîkirin. Cenaze anîn Şehîdgeha Yenîmahalle ya Îpekyolu û di rê de ji aliyê gel ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" hate silavkirin.

Bi hezaran welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehnazî yê YPG'î hilgirtin dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" anîn goristanê. Piştî wecîbeyên olî cenaze bi dûayan ve hate definkirin û rêz hate girtin. Di merasîmê de apê Şehnazî Muzaffer Bîlen axivî û wiha got: "Şehîd, şehîdê Kurdistanê ye. Divê xwedî li şehîdan derkevin."

Rêveberê MEYA-DER'ê yê Wanê Fîkrî Sayar diyar kir ku Şehnazî ji bo KUrdistanê şer kiriye û ew li hemberî têkoşîna şehîdan rêzê nîşan didin. Hevserokê DBP'ê yê Wanê Munîr Aras jî axivî û nirxandina "Divî bibin bersiva şehîdên ku li dijî xwînmijan şer dikin" kir.

Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiya.