Şervanê YPG'ê Onen hat definkirin

Şervanê YPG’ê Abdurrahman Onen (Welat Azad) ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.

Yek ji sê şervanên YPG’ê Abdurrahman Onen (Welat Azad) ê 17’ê Nîsanê li Serêkaniyê dema li ser peywirê bûn di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dan, li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê li gundê Kudê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin. Cenaze di saetên sibê de  ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat girtin û birin gund. Bi sedan kesî di rê de cenaze bi dirûşman pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze birin goristanê. Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Enîse Guneylî, Mehmet Alî Aslan, rêveberên saziyan û gelek kes beşdar bûn. Cenaze Onen bi dirûşmeyan hat definkirin.

Hevserokê MEYA-DER’a Mêrdînê Abdullatîf Tabar, ji malbata Onen û gelê Kurd re sersaxî xwest û got ku ew wê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Hevserokê HDP’a Mêrdînê  Musa Alkan jî diyar kir ku li her derê berxwedana ewladên Kurd didome.

Gulser Yildirim jî anî ziman ku ew wek hemû gelên cîhanê dixwazin bi rengê xwe bijîn. Hevsera Onen yê YPG’î, Meryem Onen jî  got hevserê wê şehîdê Kurdistanê ye û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.

Ji bo Onen wê sê rojan sersaxî bên qebûlkirin.