BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê Gîvara li Kerkûkê hat veşartin

Cenazeyê Gîvara Soran (Kosret Mihemed) ê çend roj berê di Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla de li Minbicê jiyana xwe ji dest da, li cihê lê ji dayik bû Kerkûkê, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Gîvara Soran (Kosret Mihemed) ê ji Kerkûkê û Simko Tolhildan (Senger Ehmed) ê ji Silêmaniyeyê, ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd ketin, jia liyê endamên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê û malbatên şehîdan ve ji Deriyê Sînor ê Sêmalka hatin wergirtin û danê sibehê derbasî nava Başûrê Kurdistanê hatin kirin.

Cenazeyê Gîvara Soran danê êvarê gihandin Kerkûkê. Li pêşiya Kerkûkê bi kortejek ji gelek wesayîtan hat pêşwazîkirin û ew birin mala malbata wî ya li taxa Feyleqê. Piştî helaliya li vê derê, ji bo wecîbeyên olî bi cih werin anîn, girseya gel darbest hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bir mizgefta li taxê.

Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Şehîd Gîvara birin goristana Asrî ya Rehîmawa. Beriya cenaze were veşartin, merasîmek hat lidarxistin.

Merasîmê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre beşdar axivîn.

'EM Ê ARMANC Û BÎRANÎNÊN ŞEHÎDÊN XWE BI SER BIXÎNIN'

Di destpêkê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê Westa Îbrahîm axivî û destnîşan kir, bi şoreşa Rojava re gelê Kurd sînorên çêkirî yên navbera xwe ji holê rakirin. Îbrahîm got, "Bêgûman her şehadetek dilê me gelekî dêşîne. Lê belê divê em bi vê zanibin; eger ev şehîd nebûna, eger lehengên me yên li çar parçeyên xwe sînga xwe didin ber guleyan nebûna, em îro ne li vir bûn. Weke gelê Kurd em di gelek zor û zehmetiyan re derbas bûn. Em êdî ji dijminên xwe re dibêjin; çar parçeyên Kurdistanê bûne yek. Sînorên we yên çêkirî bêwate bûne. Weke gel, ya dikeve ser milê me xwedîderketina li bîranînên şehîdan e. Em ê armanc û bîranînên wan bi ser bixînin."

'XWÎNA ŞEHÎDAN WÊ LI ERDÊ NEMÎN E, MINBIC WÊ AZAD BIBE'

Li ser navê Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê ji fermandarên HPG'ê Harûn Fîraz jî destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gelekî nêzî serketinê ye. Fîraz got, "Bêguman di vê dema dirêj a têkoşînê de gelek şehîdên me yên hêja çêbûn. Me gelek berdêl dan, lê belê ev berdêl ne belasebeb bû. Ji bo rizgariya gelê me, eger pêwîstî pê hebe em ê hemû canê xwe bidin. Xwîna Şehîd Gîvara û hevalên me yên din wê ti carî li erdê nemîne. Ji bo bîranîna wan wê bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê bê paqijkirin, bajar wê azad bibe û tola şehîdên me bê hilanîn."

'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE'

Li ser navê Tevgera Azadî herêma Kerkûkê, hevberdek Rêhan Hemîd peyivî û bibîr xist, ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas de ye. Hemîd got, "Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku her roj kaosên nû rû didin, em weke gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas de ne. Siyaseta xeta sêyemîn ku em bi perspektîfa modernîteya demokratîk a Rêber Apo ve dimeşînin, gelek destketî afirand. Şoreşa Rojava jî şoreşek bi pêşdîtinên Rêber Apo pêk hatiye. Mîna Şehîd Gîvara ji çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn li nava vê şoreşê pêk hat. Û hê jî şoreş bi van tevlîbûnan tê parastin. Di vê çarçoveyê de em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên şehîdên xwe bi serketinê re tacîdar bikin."

'EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM'

Bavê Şehîd Gîvara Mihemed Samed jî li merasîmê axivî û anî ziman, ku kurê wî di rêyeke nebaş de jiyana xwe ji dest nedaye, ji bo azadiya gelê Kurd şer kiriye lewma em pê serbilind e. Bav Mihemed Samed got, "Di serî de ez spasiya hemû dostên me yên hêja ku em bi tenê nehiştine dikim. Bêguman ji bo azadiya gelê Kurd li çar parçeyan têkoşîneke mezin tê meşandin. Û di vê berxwedanê de şehadet çêdibe. Kurê min jî di têkoşîneke bi vî rengî ya pîroz de şehîd ket. Lewma ez pê serbilind im. Heta dawiyê em ê bibin şopdarên wî û eger pêwîstî pê hebe ez û kurên min ên din amade ne di vê rêyê de şehîd bikevin."

Piştî axaftinan, cenaze li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Tolhildan" hat veşartin.

...