Şervanê YPG'ê Dijwar hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Dijwar Hesekê, bi merasîmekê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Ji bo veşartina cenazeyê şervanê YPG'ê yê Ereb Mehmûd Xidir Îsa (Dijwar Hesekê) yê di 10'ê Sibatê de ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da, girseya gel li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekêyiyan li hev civiya. Girseya gel cenazeyê şervanê azadiyê hilgirt ser milan û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên jiyana xwe ji dest dane re, birin Goristana Şehîd Dijwar.

Ji bo şervanê YPG'ê Dijwar li şehîdgehê merasîmek hat lidarxistin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Eshed peyivî û ji tevahiya malbatên şehîdan re sersaxî xwest. Eshed dilsoziya bi têkoşîna şehîdên azadiyê re bilêv kir.

Piştî axaftinan cenazeyê şervanê azadiyê li ber dirûşma "Şehîd Namirin" hat veşartin.