Şervanê QSD’ê Xelef ber bi rêwîtiya dawî ve hat birêkirin

Şervanê QSD’ê Xalid Xelef bi merasîmeke girseyî ve li goristana gundê Elî Bacliyê hat veşartin.

Şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê Lîwa El-Tehrîr ku di bin banê QSD′ê de beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bûye, ji nexweşxaneya Wetenî wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana gundê Elî Baciliyê ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Leyla Mustefa, Endamên TEV-DEM′ê, nûnerên Desteyan û bi sedan şêniyên herêmê amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî û soz da ku ew ê şopdarên riya şehîdan bin.

Endamê PYD′ê Xalid Kûtê bang li hemû gelên herêmê kir ku li hember kiryarên çeteyên DAIŞ′ê û dagirkeriya artêşa Tirk, piştgiriya hêzên leşkerî bikin.

Piştî axaftinan nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şêniyan cenazeyê têkoşer bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û tilîliyan spartin axê.