Şervanê Minbicê Çiya Til Temir spartin axê

Cenazeyê cangoriyekî rizgariya Minbicê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê sedan kesî ve hate oxirkirin.

Şervanê Minbicê Rebîy Xetban (Çiya Til Temir), 23’yê Tîrmehê di ‘Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê û herêma derdora wê de, jiyana xwe ji dest da.

Ji bo oxirkirina Çiya Til Temir, welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê û bajaroka Zirganê û nûnerên TEV-DEM’ê li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sema Ebdullah axivî û diyar kir ku cangoriyên şoreşê riya azadî û demokrasiyê li pêşiya gelê xwe ronî kirine.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê Edalet Umer jî ji malbata şehîd re sersaxî xwest. Edalet Umer Komkujiya Qamişlo ku roja çarşemê li ser destê hêzên terorîst pêk hat şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîşa dijwar a li dijî gelê sivîl xuya dike ku terorîstan îflas kiriye.

Cenazeya şervanê Minbicê di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên “Şehîd Namirin” de li goristanê hate veşartin.