Şervan derbên giran li DAIŞ’ê didin : 25 çete hatin kuştin

Di şerê navbera şervanên Meclîsa Leşkeri ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê yên li eniya Minbicê û gundewarên wê de, 25 çete hatin kuştin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya hemleya rizgarkirina Mibinê de derbên giran li çeteyan dixin.

Îro êvarî saet di 18:00`an de, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî gundê Îlan ê dikeve rojavayê bajarê Mibicê kirin. Li ser bersiv dayîna şervanên Minbicê li herêmê şer derketin. Di şer de 12 çete hatin kuştin û wesayîtekî ya çeteyan a bi çeka doşka berkirî tevî 2 navendên çeteyan hatin rûxandin. Li eniya başûr a gundê Îlan jî êrîşa çeteyan hat şikandin û li derdora gund şer hê jî dewam dike.

Li navenda bajarê Minbicê li taxa Keclî jî şerê di navbera şervanên Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de didome. Hat diyarkirin ku di vî şerî de heta niha 13 çete hatine kuştin.

Şervanan li hemû eniyên şer ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin..