BI DÎMEN

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê: Dewletê Nisêbîn xist nava nava lepên mirinê

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Doktor Kamûran Yildirim: Nisêbîn niha bi xeteriyeke mezin a nexweşiya şewbê re rû bi rû ye. Dewletê navçeyekê mehkûmî mirinê dike.

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Kamûran Yildirim hişyarî da û diyar kir ku li Nisêbînê, qutbûna elektrîk a avê ya ji ber qedexeya derketina derve û êrîşan rê ber xeteriya nexweşiyên şewbê vedike û got, "Li Nisêbînê niha rîskeke mezin a nexweşiyên şewbê heye. Navçeyeke ewçend mezin mehkûmî mirinê tê kirin." Yildirim da xuyakirin ku temamiya mirovên birîndar bûne û hatine qetilkirin, bi taybetî ji cihê mirinê hedef hatine girtin.

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Doktor Kamûran Yildirim, qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê, bandora wê ya li ser tenduristiyê û pêkanînên dewletê ji ANF'ê re nirxand.

'PÊWÎSTIYA BINGEHÎN A JI BO ZINDIYAN, NIHA TÊ ASTENGKIRIN'

Yildirim anî ziman ku pêkanîneke mînaka xwe li ti welatekî cîhanê yê îdîa dike bi demokrasiyê bi rêve diçe nîne, ev 12 roj in li Nisêbînê di meriyetê de ye û ragihand, ku li gorî tespîta wan hetan iha 8 kes hatine qetilkirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûne. Yildirim da zanîn ku qedexeya derketina derve bi rêbazeke ku li devereke din nehatiye dîtin tê meşandin û destnîşan kir ku gelê Kurd bi komkujiyeke cidî re rû bi rû ye. Yildirim got, "Bi qedexeya derketina derve re mirov nikarin biçin nexweşxaneyan, firin û dermanfirot hatine girtin, elektrîk û av hatine qutkirin. Ji bilî hewayê, hemû pêwîstiyên bingehîn ên ji bo jiyanê lazim in, niha tên astengkirin. Ev yek tê wê wateyê, ku navçeyeke ji 12 hezar mirovî Nisêbîn di nava lepên mirinê de hatiye hiştin."

RÎSKA NEXWEŞIYÊN ŞEWBÊ HEYE

Yildirim diyar kir ku ji aliyê zanistî ve eger mirovek di nava 24 saetan de avê vexwin, ev yek bandorê li gurçikê mirovan dike û got, "Tevî vê yekê, mirovên ku ava paqij bi destê wan nakevin û ji neçarî ava hatiye depokirin vedixwin, bi rîska nexweşiyên giran ên şewbê re rû bi rû ne. Nexweşiyên week tîfo, brûsella, emel û kolera niha gefê li gelê navçeyê dixwin."

Yildirim da xuyakirin ku mirovên bi nexweşiyên kronîk nayên tedawîkirin û hişyarî da ku ev rewş dikare rê li ber rîska; rijîna xwînê li ser mejî, krîza dil û pirsgirêkên çav veke.

'KOMKUJÎ BI TENÊ BI ÇEKAN NAYÊ KIRIN'

Yildirim ragihand, ku divê windahî û birîndarbûna mirovan bi tenê bi hejmara mirovên di şer de hatine qetilkirin û birîndar bûne neyê nirxandin û got, "Pitikek nû ji dayikbûyî; em bêjin dema bi zerikî ji dayik bibe û di cih de mudaxle neyê kirin, ev rewş di nava salên pêş de dikare xisarên mayînde bide mejî. Ev pirsgirêk hemû niha li navçeyê hene."

Yildirim da xuyakirin ku ev pirsgirêk niha nayê dîtin, sedema vê yekê jî ew e ku têkiliya bi hin taxan re hatiye qutkirin. Yildirim da zanîn ku rewşa heyî ji bo mirovên nexweş û extiyar trajediyeke û ragihand, ku mirov ji bo zarokên xwe yên canê wan disincire germa wan kêm bike, dixin sarincê. Yildirim destnîşan kir ku ev yek rewşek li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin.

'SIVÎL YEKSER JI BO KUŞTINÊ HEDEF TÊ GIRTIN'

Dr. Kamûran Yildirim diyar kir ku li gorî agahiyên wî ji hevalên xwe yên doktor ên li nexweşxaneya dewletê wergirtiye, mudaxle li gelek birîndaran nikare bê kirin û got, "Ji ber ku hêzên dewletê, ne ji bo bêbandorkirinê yan jî hişyarkirinê, yekser ji bo kuştinê sivîlan hedef digirin. Piraniya birîndarên radikin nexwşxaneyê di rewşeke ku mudaxle li wan bê kirin nînin, piraniya wan derba mirinê xwarine. Hevalên min ên doktor dibêjin bi giranî gule li serî tê xistin. Dewlet bi awayekî fermî hiqûqa kuştinê li hemberî sivîlan bi kar tîne."

'ZEMÎNA JIYANA BI HEV RE NEMAYE'

Yildirim got, "Ez ji rêveberên vî welatî yên berpirsyarê van komkujiyan re dibêjim, ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re dibêjim: Ya li Nisêbîn û Farqînê tê kirin, zemîna jiyana bi hev re ji holê rakiriye."