BI DÎMEN

Serjimêriya li Rojava bi dawî bû

Pêngava ‘Ez li virim’ a serjimariyê ya ku Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi rê ve dibe, îro li bajar û gundên Kantona Cizîrê Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê û Zirgan bi dawî bû.

Komîteyê têkîldarî xebatan agahî parve kir, diyar kir ku hejmara serjimêriyê bi awayekî serkeftî pêk hatiye û gel bi cîdiyet û kêfxweşiyek mezin wezîfeya ku ji bo jimarê dikeve ser milên xwe bi cih aniye.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif jî têkîldarî serjimêriyê daxuyanî da, spasiyên xwe ji bo gel û hêzên xweparastinê pêşkêş kir. Yûsif, serjimêrî mîna “Pêngava Duyemîn” bin av kir, got ji Dêrikê heta Serêkaniyê bi awayekî serkeftî bi encam bûye.

Projeya ‘Ez li virim’ a serjimariyê ya ku Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê birêve dibe û ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Rojava (NRLS) ve tê pêkanîn, îro li bajarên rojava yên Kantona Cizîrê (Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê û Zirgan) pêk hat. Li bajarê Til Temir komîteyên ku ji mamoste û endamên komun û meclîsa pêk hat, serjimariyê li bajar û gundên pêk anîn. Bi giştî 2134 mamoste yên girêdayî Konseya Perwerdehiyê û 2694 endamên Kongreya Star, endamên Komun û Şaredariyan cihê xwe di jimartinê de girtin. Ji bo ewlehiya xebatên serjimariyê jî 767 endamên Asayîşê û 373 endamên Hêzên Parastina Gel (HPC) erk girtin.

Koordînasyona Hilbijartinê û Komîteyê têkîldarî xebatên serjimêriyê ragihandin ku gel destek daye û ji bilî wezîfedara ti kesî cihê xwe neguhertiye, her wiha li qada jimartinê ti pirsgirêkên cîdî jî rû nedane.

Komîteyê got ku bi serjimêriyê ve kesên ku koçî Rojava kirine û kesên ku ji Rojava koç kirine hatine tespîtkirin, Komîteyê got wê demên pêş de jî bi rêya nameyên elektronîk ve bê ka kî bi kû çûne jî bê tespîtkirin.

Komîteyê destnîşan kir ku piştî demek dirêj ev serjimêrî ji bo şoreş û gelên Rojava xwedî wateyek mezin e.

Projeya ‘Ez li virim’ a serjimariyê ya ku Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi rê ve dibe û ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ve tê pêkanîn, îro li bajar û gundên Kantona Cizîrê Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê û Zirgan piştî çend saetan wê bi awayekî fermî bi dawî bibe.

 

...