Şerîk: Çapemeniya azad bi rola xwe rabû û hê jî radibe

Şerîk got, "Di nava têkoşîna gelê Kurdistanê de cihekî girîng ê karê çapemeniyê heye" û bal kişand ser nirxên di vî warî de hatine afirandin.

Dîroka Çapemeniya Kurd, ku bi weşandina rojnameya 'Kurdistan' a li Qahîreyê dest pê kir, 119 salî ye. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk, wateya çapemeniyê di nava Kurdan de, şert û mercên pêşketina çapemeniya Kurd ji me re nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Şerîk, sala 119'an a çapemeniya Kurd pîroz kir û ji Mazlûm Dogan heta Nûjiyan Erhan, hemû şehîdên çapemeniyê bibîr anî.

Şerîk got, "Her wiha di roja îro de bi sedan rojnamevan li zindanan girtî ne. Temamiya van, ji ber ku hewl dan rastiyê bigihînin raya giştî hatin girtin. Bi vê wesîleyê, ez vê rojê li hevalên me yên rojnamevan ên li zindanan pîroz dikim. Em her tim bi wan re ne."

Cemal Şerîk destnîşan kir, ku di nava têkoşîna gelê Kurdistanê de cihekî girîng ê karê çapemeniyê heye û got, "Ev girîng ji ber şercên têkoşînê, nirxên hatine afirandin û rola xwe ya di nava têkoşîna giştî de, derket holê. Bêguman ev têkoşîn bi hêsanî nehat meşandin. Çapemenî û weşangeriya Kurd dikeve sala 119'an. Ev 119 sal di nava şerê mêtîngeriyê yê ji bo tinekirina gelê Kurdistanê derbas bû. Ev dem her wiha qala berxwedana gelê Kurdistanê jî dike. Dema mirov rojnamevaniya di dîroka Kurdistanê de binirxînin, lazim e di vê çarçoveyê de bibînin. Temamiya 119 salan, bi têkoşînê derbas bûye."

Şerîk bal kişand ser çapemeniya di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de û anî ziman, gava destpêkê ya vê yekê ji aliyê Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û gelek hevalên wan ên kedkar hatiye avêtin.

Şerîk işaret bi girîngiya rojnameya Serxwebûnê kir, ku di Sibata 1982'an de dest bi weşanê kir û got, "Serxwebûn, ji sala 1982'an û vir ve ev 35 sal in bi rengekî bênavber weşanê dike. Ev yek gelekî girîng e."

Şerîk anî ziman, weşangeriya li çiyê jî bi destpêkirina têkoşîna gerîla ya salên 1980'î re dest pê kiriye û got, "Kovarek bi navê Pêşmerge hebû, ku dihat weşandin. Divê destpêkirina çapemeniya gerîla bi vê kovara Pêşmerge bê nirxandin. Pêşmerge demeke dirêj hat weşandin û ev yek di nava arşîvên me de heye.

Pêşmerge piştre veguherî kovara Artêşa Gel. Artêşa Gel jî dûre bû Artêş. Piştre kovarên Parastina Gel û Xwedawend Zîlan, ku YJA Star derdixîne hatin çapkirin û hîn jî dewam dike."

Şerîk anî ziman, çapemenî û weşana Kurd a li çiyê ne tenê ev in, ji destpêka salên 1990'î û pê ve xebatên Radyo jî hatiye destpêkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser rola Gûrbetellî Ersoz di çapemeniya Kurd de û anî ziman, Ersoz yek ji pêşengên çapemeniya Kurd a li zemîna qanûnî bû.

Şerîk got, "Bêguman hevala Gûrbet di wî karî de bi tenê nebû. Tevî hevala Gûrbetelî hevalê Alîşer (Yucel Halîs) jî hebû. Hevalê Alîşer jî yek ji pêşengên xebata rojnameyê bû. Wekî din hevalê Bûrhan Çîftçî hebû, ku di sala 1993'an de şehîd bû. Van hevalan pêşengî ji xebatê çapemeniyê yên li zemîna qanûnî kirin."

Şerîk di dewama axaftina xwe de diyar kir, hedefa bingehîn a dîktator û mêtîngeran, tinekirina têkoşîna demokrasî û azadiyê û got, "Çapemeniya azad dengê vê ye. Eger tu yê wê têkoşînê tine bike, lazim e tu vî dengî bibire. Civakê kerr, lal û kor bike. Çapemenî-weşan, deng, çav û zimanê civakê ye. Dema ku çapemenî-weşan hate bêdengkirin, civak jî kerr, lal û kor dibe."

Şerîk anî ziman, li dijî van êrîşên mêtîngeriyê, çapemeniya azad heta roja îro bi rola xwe rabûye, hê jî radibe û got, "Ji niha û pê ve jî wê li hemberî her şêwe astengî, zext û zordariyan bi erka xwe rabe."

Şerîk herî dawî, di şexsê Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Agir Bane de hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bibîr anî û silav û rêzên xwe pêşkêşî hevrêyên xwe yên li zindanan kir.