Şerê li Kerkûkê ji nû ve dest pê kir
Li taxa Heynîda û cihekî nêzî Walîtiya Kerkûkê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên Kurdan de şer diqewime.
Li taxa Heynîda û cihekî nêzî Walîtiya Kerkûkê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên Kurdan de şer diqewime.
Fermandarê Asayîşa Heynîda Ekîd Tahîr agahî da ANF'ê û diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê beriya demeke kurt êrîş kirin. Tahîr da xuyakirin, ku şerê ji ber vê êrîşê derket, dewam dike û got, yek ji çeteyan bombeyên li ser xwe pêçandibû, teqandiye.
Li gorî agahiyan, li cihekî nêzî Walîtiyê şer ji nû ve dest pê kiriye.