Şerê giran ê li Şirnexê dewam dike

Li Şirnexê, ku berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê di roja 48. de ye, şerekî dijwar diqewime. Topbaran a li hemberî taxên berxwedanê dewam dike.

Li Şirnexê, êrîşên çeteyên Qesrê û berxwedana şervanên YPS û YPS Jinê di roja 48. de ne. Tevahiya şevê top û obus li taxên berxwedanê hatin barandin. Bi taybetî taxên Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Aydinlikevler, Yenîmahalle û Bahçelîevler hedef hatin girtin. Şerê dijwar ên li van deveran qewimîn, dewam dike.

Çeteyên Qesrê hewl dan bikevin nava taxa Bahçelîevlerê û li ser bersiva YPS/YPS Jinê şer derket. Vî şerî heta ber destê sibehê dewam kir. Di topbarana li hemberî vê taxê de mizgeft jî hedef hat girtin. Li taxa Cûmhûriyetê ev 5 roj in şer bênavber dewam dike.

Ji ber êrîşa bi top û obusan şewat bi gelek xaniyan ket. Çeteyên Qesrê nahêlin arkuj şewatê vemirînin. Lewma xisareke giran li van malan bû.

Tevgera hewayî jî hem li bajêr hem jî li qadên bejahî dewam dike. Hêzên dewleta Tirk heta jê tê bombeyan li taxên berxwedanê dibarîne.