Serdana ji bo çalakiya Sêmalka: Berxwedan wê bi ser bikeve

Endamên sazî û rêveberiya Komîteya Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê serdana çalakiya li Sêmalkayê kirin. Di serdanê de hate gotin, "Berxwedan wê bi ser bikeve, xiyanet wê li bin bikeve."

Ji bo cenazeyên gerîlayên ku ji aliyê PDK'ê ve şehîd hatin xistin radestî malbatên wan bêne kirin, li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê 59 roj in çalakiyek tê lidarxistin.

Endamên Komîteya Ewlekariya Hundirîn, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Asayîşa Jinê yên ser bi komîteyê û xebatkarên Midûriyeta Ragihandinê bi rengekî girseyî serdana çalakiyê kirin.

Girseya gel ber bi konê çalakiyê ve bi qîrîna dirûşman meşiya û piştre li ser sînor ji bo bîranîna şehîdan rêzgirtinek pêk anîn.

'EM Ê BIGIHÊJIN ARMANCA XWE'

Piştre Hevseroka Komîteya Ewlekariya Hundirîn Hemrîn Elî daxuyanî da, çalakger silav kir û got, "Şoreşa Rojava bi têkoşîn û berxwedanê gihîşte vê astê. Hewl didin ku destketiyên şoreşê û nirxên ku şehîdên me afirandine bi xiyanetê tune bikin. Şoreşa Rojava çawa ku li hemberî zor û zehmetiyan gihîşt vê astê, ji niha û pê ve jî wê bi mezinkirina têkoşînê gelê me û gelan azad bike."

Hemrîn Elî diyar kir ku gelên Kurd, Ereb û Suryan bi heman sekna hevpar li ber xeta xiyanetê radibin û got, "Êdî dema azadiyê hatiye, dema biratiya gelan hatiye. Dem ew dem e ku her kes li ber xiyanetê rabe."

LI DIJÎ XIYANETA PDK'Ê BANGA LI GEL

Hemrîn Elî bi dewamî bang li gel kir ku li dijî xiyaneta PDK'ê têbikoşe û got, "Şehîdên me ji bo azadiyê canê xwe feda kirin, lê belê cenazeyan jî nadin. Eger em îro xiyanetê neşikînin wê bibe malê dîrokê û dîrokê jî me darizîne. Çawa ku em bi saya şehîdan hatin vê astê divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Roj roja bêdengmayinê nîne. Divê her kes li dijî xeta xiyanetê helwestê nîşan bide. Xeta xiyanetê wê têk biçe, xeta berxwedanê wê bi ser bikeve."

Endamên Komîteya Ewlekariya Hundirîn piştî daxuyaniyê derbasî binê konê piştevaniyê yê çalakgeran bûn.