Şengaliyên li Êlihê qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn

Kurdên Êzidî yên ji komkujiya Şengalê bi saxî filitîn û niha li Wargeha Qorixê ya navçeya Êlih Qubînê dijîn, mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêze çalakiyan bibîr anîn. Jin û ciwan bi vê armancê li nava wargehê meşiyan.

Ciwanan darbestên temsîlî yên 'Şehîdên Şengalê' dan ser milan û li gorî baweriya Êzidiyan ji bo cenazeyên şehîdan merasîm pêk anîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, sirûd hatin xwendin û jinên dengbêj hewl dan bûyerên bi serê wan de hatine vebêjin.

Zarokên şahidî ji komkujiyê re kirin, tevî bi ekîbên psîkolog û sosyologan tevlî merasîma bîranînê bûn, nekarîn îdare bikin û giriyan.

Di axaftinên li vir de hat destnîşankirin, ku tevî ewçend fermanên bi ser Kurdên Êzidî rabûne jî, wan li ber xwe dane û ji niha û pê ve jî baweriya Êzidiyatiyê wê bi komkujiyan tine nebe.

Tevî rêveberên HDP, DBP û KCD'ê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar başaran, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr jî beşdarî merasîmê bûn û li ser komkujiyê axivîn.