BI DÎMEN

Şengal ji nû ve ava dibe; komîteya xizmetguzariyê binesaziyê çêdike

Li gundê Borik ê Şengalê, Komîteya Xizmetguzariyê zend û bend ba da û dest bi çêkirina binesaziya gund kir. Bi çêkirina kanalîzasyonê re jiyana li gund tê hêsankirin.

Tevî ambargo, zext û zordariyê jî şêniyên Şengalê, bi rêya meclîs û komîteyên xwe, jiyana xwe ya rojane bi rêk û pêk dikin. Li gundê Borik ê Şengalê, Komîteya Xizmetguzariyê dest bi çêkirina kanalîzasyonê û sererastkirina rêyên xerabûyî kir, ku bi salane nehatine çêkirin û ji bo welatiyan dibûn asteng.

Welatiyên Şengalê, ji xizmeta komîteya xizmetguzariyê kêfxweşin û dibêjin, "Bila her kes dest bide destê hev û yên li derveyî Şengalê jî vegerin ser axa bav û kalên xwe."

Berpirsyarê Komîteya Xizmetguzariyê ya gundê Borik Heyder Reşo diyar kir, ew hewl didin xizmeteke baş bide gelê xwe û got, "Li gundê Borikê komîte hat avakirin û her komîteyek jî berpirsiyarek wê hat destnîşan kirin. Me wek komîteya xizmetguzarî biryar da, rêyan çêbikin. Ji ber ku piraniya hatin û çûnê ya welatiyan li ser vê rêyê ye, ji xwendekaran bigre heta  çûyîna nexweşxanê û dikanan tev li ser vê rêyê ye. Dema ku baran dihat jî ji ber herî û avê kes nedikarî li ser rê bimeşe. Tişta ji destê me bê em ê ji bo gel bikin. Me û gel bi hev re dest dan hev û heta astekê me kar kir. Piştî wê me komîteya xizmetguzariyê agahdar kirin. Ji bo me kelûpel û qenalên ji bo av bin re derbas bibe anîn."

Reşo da xuyakirin, ku her kesê dixwaze karekî bike û wiha dewam kir: "Her tim deriyê me vekiriye. Kî bixwaze bila bê; da ku em dest bi din destê hev û xizmeta civaka xwe ya Êzidî bikin. Hêviya me ji welatiyên me bi tifaq û bi awayekî xurt xwe tevlî kar bikin û xwe bi xwe bi rêvebibin."

Reşo destnîşan kir ku heta ji destê wan were ew ê kar bikin û ji bo siberojê jî projeyên wan hene. 

BI ÇÊKIRINA RÊ EM PIR KÊFXWEŞIN

Dikandarê bi navê Îsmaîl  kêfxweşiya xwe ya ji bo xizmeta komîteyê anî ziman û got, "Ez pir spasiya komtiyê dikim. Gel û komîte bi hev re bûn alîkar, hem madî û hem jî manewî. Ev rêya ku mirov nedikarî ji heriyê jê derbas bibin, hate çêkirin. Bi taybetî di mehên zivistanê de ji ber kar û barê xwe me pir zorî dikişand. Ev piştî demeke dirêj e ku yekem kar e tê kirin û ji ber vê yekê jî pir spasiya komîteyê dikin. Eger ku xebatên bi vî awayî bên kirin wê di aliyê vegera welatiyan de jî baş bê nîşandan û gel qesta mal û warê xwe bike."

'DEST BI DIN DEST, PÊŞÎ LI DIJMIN BIGIRIN'

Welatiyê bi navê Cemal jî ji bo kesên ku ev xebat dane meşandin spasiya xwe pêşkêş kir û wiha anî ziman: "Beriya niha ti kesî nedikarî ji vê rêyê derbas bibe. Hem xerabe û hem jî ji ber ku ax bû ji heriyê kesekê nedikarî bilebite. Em pir kêfxweşin ku ev rê hatiye çêkirin. Êdî welatî dikarin bi hêsanî biçin û bên. Pêwîstiyên xwe yên malê bi cih bînin. Em hêvîdarin ku ev karên wisa qenc ji bo welatiyan bê kirin." 

Cemîl bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku destê xwe bidin hev û li dijî planên qirêj ên dijmin rawestin. Cemîl got: "Ancax bi yekgirtin û berxwedanê pêşî li planên dijmin bê girtin. Vegerin ser axa bav û bapîrên xwe. Bi vê yekê bidin nîşandan ku dijminê me bi ser neketiye. Li Şengalê hevgirtina Êzîdxanê ava bikin, Şengal Êzîdxane û Êzîdxan jî Şengal e."

'XAKA XELKÊ NABE WELAT'

Endamê Mala Gel a gundê Borik Husên jî diyar kir ku dixwazin hê zêdetir kar ji gel re bikin û wiha got: "Em dixwazin xizmetê ji gel re bikin û ev karê me yê destpêkê ye. Weke hûn niha dibînin ev nêzî 20 sal in ev rê xirabe bû, ne hikûmeta Navendî û ne jî ya herêmê li Şengalê tiştek nekiriye. Me gel û komîteyan hem madî û hem jî manewî dest da hev û di encamê de ev rê tê çêkirin. Gel ji me xwest ku em vê rêyê çêkin û niha jî kêm ma ye kar biqede. Piştî karê me qediya li pêşiya me projeyên nû jî hene. Em ê bi alîkariya gel hewl bidin bixin meriyetê. Em bang li gelê xwe dikin ku vegerin ser mal û milkê xwe. Xaka xelkê nabe welat, 100 sal jî derbas bibe wê di dawî de vegerin ser xaka xwe welatê xwe. Em dest bidin hev ti astengî li pêşiya me namîne. Yekîtiya xwe ava bikin û li dijî dijminê xwe jî tola xwe rakin. Niha jî rewşa Şengal jî pir xweşe."