Semed: Gundên Kurdan ji ber DAÎŞ’ê vala dibin

Pisporê Karûbarê Ewlehiyê Şêrzad Semed bal kişand ser herêmên ku valatiya ewlehiyê lê heye û got; “Hin komên ku planên welatên herêmê pêk tînin, hêzên xwe yên çekdar ava kirine.”

Tevî ku di Çileya 2017’an de serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû ku wan DAÎŞ têk birine lê hê jî şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê li Iraqê bi giştî û bi taybetî li navçeyên Kurdistaniyan ên ji derveyî herêma Kurdistanê liv û tevgera wan didome. Çete êrîşî gelên herêmê dikin û bacê ji gel distînin. Zêdebûna êrîşan jî çavkaniya xwe ji valahiya ewlehî ya navçeyên bi nakok digire. DAÎŞ li navçeyên bi nakok ên Kurdistanî zêdetirê 5000 êrîş pêk aniye ku piraniya wan jî li Kerkûk, Diyale û Selahedînê qewimîne.

Di çarçoveya êrîşên domdar ên komên çeteyên DAÎŞ’ê de, 4 roj beriya niha çeteyên DAÎŞ’ê bi ser gundê Semûd ê Kurdan ya li başûrê qezaya Daqûq a girêdayî Kerkûkê de girtibûn, 2 birayên ku bi çandiniyê ve mijûl bûn revandibûn ku heya niha çarenûsa yek ji wan birayan diyar nîne. Her wiha di nava 24 saetên bihorî de li qezaya Tel Afer a girêdayî bajarê Mûsilê DAÎŞ’ê wêneyek belav kiriye ku tê de serê welatiyekê jêdike. Her wiha çeteyên DAÎŞ’ê li nêzîkê parêzgeha Diyale polîsek birîndar kir û duh jî li Mûsil û Kerkûkê çend serçeteyên DAÎŞ’î yên dixwestin êrîşan bikin jî hatin destgîrkirin.

Pisporê Karûbarê Ewlehiyê Şêrzad Semed têkildarê zêdebûna êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêmên bi nakok û metirsiya li ser wan deveran ya ji ber valatiya ewlehiyê a di navbera hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê, ji ANF’ê re axivî.

‘JI BER PIRSGIRÊKÊN SIYASÎ PIRSGIRÊKA EWLEHIYÊ DERKETIYE HOLÊ’

Semed îşaret bi bandora krîza siyasî ya di navbera hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê ya li ser ewlehiya welatiyan kir û got, “Li her navçe û welatekî dema pirsgirêka siyasî hebe wê pirsgirêka ewlehî jî derkeve holê. Weke em hemû dizanin pêvajoya siyasî ya Iraqê jî li ser du eniyên welatên herêmê hatiye dabeşkirin. Niha li Iraqê hikumetek yê bê bandor heye û parlementoyê jî nekariye rola xwe ya di çareserkirina pirsgirêka ewlehiyê, aborî û serweriya li ser sînorên welat de bilîze. Van pirsgirêkan jî çend pirsgirêkên ewlehiyê bi xwe re aniye. Em dibînin ku li gelek navçeyên Iraqê valahiya ewlekariyê heye, her wiha artêşa Tirk rojane êrîşan dike û leşkeran tîne nav xaka Iraqê bêyî ku guh bide serweriya Iraqê. Ev êrîş û dema leşkerên Tirkiyeyê tên nav xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê, xwedî serpêhatiyeke dirêjtir e.”

‘JI BER ENCAMÊN REFERANDÛMÊ VALAHIYEK LI NAVÇEYÊN BI NAKOK DERKETIYE HOLÊ’

Semed di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî zêdebûna êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li navçeyên bi nakok diyar kir; “Beriya encamên referandûmê hêzên pêşmerge heta bi sînorê Hemrîn a navçeyên bi nakok hebûn. Lê piştî encamên referandûmê hêzên pêşmerge paşve hatin kişandin. Niha ji sînorê Şengalê bigire heta bi Xaneqîn û ji Kerkûkê re derbas dibe, valahiyeke mezin a ewlehî li wan herêman heye. Ji ber ku ev xeteke tampon e di navbera hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de.”

‘LI HÊRÊMÊN BI NAKOK KOMÊN ÇEKDAR ÊN GIRÊDAYÎ WELATÊN HERÊMÎ HATINE AVAKIRIN’

Şêrzad Semed her wiha bal kişand ser sedemên bûyîna navçeyên ku xwedî valahiyên mezin ên ewlekariyê ne û wiha pêde çû; “Niha artêşa Iraqê nikarin van herêman bi temamî biparêzin û rê jî nadin pêşmergeyan ku di parastina van herêman alîkariya wan bikin. Hin cih hene ku ji ber nelihevkirina artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge bi sedan kîlometrekare valahiya ewlekariyê lê heye. Pêwîst e çend navendên teqwiye yên ewlehiyê li wan cihan bên avakirin. Ji ber ku valahiya mezin a ewlehiyê heye, hêzên DAÎŞ’ê bi hêsanî digerin û çeperên pêşmerge û hêzên Iraqê dikin armanc. Her wiha li wan navçeyên ku valahiya ewlehiyê lê heye, hin komên ku planên welatên herêmî bi cih tînin hêzên xwe yên çekdar ava kirine ku berdewam êrîşî navçeyên Herêma Kurdistanê dikin.”

‘PLANEKE DEMDIRÊJ A WELATÊN HERÊMÎ HEYE LI SER NAVÇEYÊN BI NAKOK’

Semed di beşek din a nirxandinên xwe de behsa dagirkeriya Tirkiyeyê û metirsiyên welatên herêmî li ser navçeyên bi nakok kir û anî ziman; “Du sedemên valahiya ewlekariyê hene ku yekemînê wê nelihevkirina hêzên Iraqê û yên Kurdî ye, sedema duyemîn jî nelihevkirina hêzên Kurdî ya di nava xwe de ye ku ji ber encamên şerê navxweyî her du hêzên sereke yên li Herêma Kurdistanê bi rengekî nêzîk dibin ku erdnîgariyeke leşkerî ya dabeşdûyî li van navçeyan de çêkiriye. Ev hemû mijaran dibin sedem ku welatên herêmî destwerdanê bikin, artêşa Tirk leşkera bîne û liv û tevgera DAÎŞ’ê li van navçeyan çêbibe. Li gorî hemû çavdêran planeke demdirêj a welatên herêmî heye li ser navçeyên bi nakok, rageşiyek e li ser safîkirina nasnameya van navçeyên bi nakok.”

‘PÊKHATEYÊN JI BILÎ EREBAN BÛNE QURBANIYÊN DAÎŞÊ’

Semed her wiha zêdebûna êrîşên DAÎŞ’ê ya li van navçeyên bi nakok û bi taybetî armanckirina gund û navçeyên Kurdan jî nirxand û got; “Dema terorîstên DAÎŞ’ê bajarê Mûsil û çendîn navçeyên din ên Iraqê kontrol kirin, ya hat armanckirin neteweyên ji bilî neteweya Ereb bû. Ji ber ku bajarê Mûsilê bajarekî ku kesimên Sûnî lê dijîn û rêxistina terorîstî ya DAÎŞ’ê xwe wek cîgirê xelafeta Sûniyan dizane û xelkê Ereb ê Mûsilê jî dilsoziya wan ji DAÎŞ’ê re hebû. Dema DAÎŞ ket bajêr, yekem pêkhateyên ji bilî Ereb û neteweyên kêmhejmar bûn ku ji vê yekê zirar dîtin.”

‘JI BER DAÎŞ’Ê GUNDÊN KURDAN ÊN LI KERKÛKÊ TÊN VALAKIRIN’

Pisporê Karûbarê Ewlehiyê Şêrzad Semed bal kişand ser valakirina gundên Kurdan ên li navçeyên bi nakok bi taybetî Kerkûkê ji ber êrîşên zêde yên DAÎŞ’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Li bajarê Kerkûkê dema liv û tevgera DAÎŞ’ê zêde dibe, Kurdên li bajêr zirarê dibînin û di çarçoveya valakirinê de derdikevin û diçin. Niha ji ber liv û tevgera DAÎŞ’ê valakirina gundan ji aliyê Kurdan ve li Kerkûkê bi rengekî ye ku bi şev ji ber metirsiya DAÎŞ’ê nikarin biçin gundên xwe. Weke alternatîf Kurdên gundên başûrê Kerkûkê pişta xwe bi cotyarên Ereb germ dikin ku ew jî metirsî ye li ser wan gundên Kurdan. Ji ber ku ev cotyarên Ereb xelkê hin navçeyên Mûsilê yên wek Mûsil, Beac, Hewîce, Diyale û çend navçeyên din in ku Erebên li wan navçeyan jî bi têkiliyên xwe yên bi DAÎŞ’ê re tên zanîn, yan jî sondxwariya wan heye li hemberî terorîstên DAÎŞ’ê ku bûne hêlînek ji bo wan komên terorîst û Kurd jî ji vê yekê zirarê dibîne.”