'Şehîdên me yên Dersîmê abîdeyên me yên lehengiyê ne'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ew ê bîranîna 14 gerîlayên li Dersîmê di şer de şehîd bûn, bi pêkanîna serketinê bidin jiyîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê Roza Hêlîn, Serhat, Nûjîn Solîn, Seyîtxan Amed, Piling Sûr, Jîn Şîrvan, Rûbar Hanî, Dogan Amed, Ciwana, Şiyar Dersîm, Sefkan Dersîm, Destan Egîd, Xebat Saqiz û Peyman, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya fermandariyê bi vî rengî ye:

Bi pêkanîna azadiya Rêbertiya xwe, berxwedana me ya ku li ser zemîna bidestxistina nasnameya jiyana azad a jinên Kurd û gelê me, berxwedana me ya geş dibe, her roj şahidiyê ji destanên lehengiyên mezin re dike. Li dijî êrîşa hêzên artêşa AKP’ê yên bi armanca tasfiyekirinê, berxwedan her roja ku diçe mezintir dibe. Li hemberî vê berxwedana geş bûyî hêzên artêşê yên faşîst her roj derbên giran dixwin û vîna wan tê şikenandin. Qelsbûn û ji hêzê ketina xwe bi operasyonên teknîkî hewl didin binixumînin. Dewleta Tirk derbên ku dixwe û windahiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Ziyaretên generalên wan ên bi mebesta leşkerên xwe yên ku moralê wan nemayî û vîna wan şikestî bidin şerkirin, bi kêrî tiştekî nayên.

14 HEVRÊYÊN ME DESTANA BERXWEDANÊ NIVÎSANDIN

Hêzên artêşa Tirk di operasyona 16’ê Cotmehê de ku li çemê Roj ê Dêrsimê û mintiqeya Kutuderêyê dayî dest pê kirin jî, derbên giran ji hêzên me yên gerîla xwarin û neçar man ku vekişin. Di van êrîşên berfireh de gerîlayên me berxwedaneke bêhempa nîşan dane û di şerê rû dayî de 14 hevrêyên me heta bi ber û guleya xwe ya dawî şerê xwe kirin û şehîd bûn. Ev 14 hevrêyên me dastana berxwedanê nivîsîn. Di dîrokê de cihê xwe yî rûmetdar standin û bi tîpên zêrîn navên xwe dane nivîsandin. Em hevreyên xwe Roza Hêlîn, Serhat, Nûjîn Solîn, Seyîtxan Amed, Piling Sûr, Jîn Şîrvan, Rûbar Hanî, Dogan Amed, Ciwana, Şiyar Dersîm, Sefkan Dêrsim, Destan Egîd, Xebat Saqiz û Peyman bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî de malbata wan wa nirxdar û welatparêz, sersaxiyê didin hemû gelê xwe.

DIJMIN DERBÊN GIRAN XWAR

Êrîşên ku hêzên dijmin pêk anîn, di fermandariya hevrêyên me Roza û Serhed de bi şerê ku rû dayî hatin şikandin û kirin ku dijmin gelek windahiyan bidin. Hevrê Roza ku di fermandariya qada Dêrsimê ya YJA STARê de cih digirt, peywirên xwe yên serdema nû bi pêşengiya xwe têgihiştinê û pratîk, bûye yek ji wan hevalan ku derketiye pêş. Hevala me Roja ku 2001’ê ji Ewropayê tevlî nav têkoşînê bûyî li dijî polîtîkayên têkşikîna mêtingeriyê, pişaftina kapîtalîzmê bi têvlêbûna xwe ya weke jinekê û Kurdekê bersiva herî zelal û tûj daye. Di jiyana xwe ya têkoşînê de bi kesayatiya xwe ya fedekar, kedkar û her dem di eniya pêş a refan de, bi fedaîbûna xwe derketiye pêş.  Bûye sembola zelalî û xwerûbûnê û di dilê hevalên xwe de cihê xwe girtiye. Hevrê Roza di demeke kurt de pir bi pêş ketiye, bûye fermandar û peywira xwe ya pêşengbûnê bi cih aniye. Ji Zagrosan heta bi Dersîmê, di tekoşîna xwe ya jiyanê de ji bo hevalên xwe bûye kana hezkirinê û baweriyê û helwesteke wiha ya fermandarbûnê nîşan daye. Hevrê Serhed jî 2003’an tevlî nav refên şoreşê dibe, di gerîlabûnê û fermandarbûnê de kûr dibe, têkoşînê mezin dike û bi helwesta xwe ya milîtanbûnê bûye fermandarek ku pêşengbûnê ji hemû hevalan re bike.

EM Ê BI SERKETINÊ BÎRANÎNA WAN BIDIN JIYÎN

Hevrêyên me Destan Egîd, Nûjîn Solîn, Seyitxan Amed, Piling Sûr, Jîn Şîrvan, Ciwana, Dogan Amed û Sefkan Dersîm bi vîna ku berxwedan û lehengiya Cizîr, Sûr û Nisêbînê berz bikin û bi vê biryardariyê tevlî nav refên têkoşînê bûne. Hêrsa li dijî zilma dijmin veguheriye tûjbûna azweriya azadiyê û berz bûye. Bi lehengiya xwe ya ku nîşan dayin, bûne milîtanên wiha ku bi astengiyan nizanin, xwedî giyanên serhildêr, bi ked û xwêdanê jiyanê ava dikin û bi berxwedanê têkoşînê geş dikin.

Hevrêyên me  Rûbar Hanî, Şiyar Dersîm, Xebat Saqiz, Peyman bi ked û fedekariya xwe di jiyana têkoşînê de derketine pêş û ji hezkirin û baweriya hevalên xwe re bûne kan. Her yek ji van hevrêyên me yên ku di operasyoneke çiyayên Dersîmê de şehîd bûyin, weke abîdeyên lehengiya berzbûyî ya têkoşîna me di dîrokê de cihê xwe girtine. Em li ber bîranîna hemû hevrêyên xwe bi hurtmet û minet bejna xwe ditewînin, em sond dixun ku bîranîna wan bi serketinê bidin jiyîn."

...