Şaredariya Amûdê destek da şaredariyên li Bakurê Kurdistanê

Şaredariya Gel a Amûdê êrîşa dewleta Tirk a li ser şaredariyên gel ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta dagirker dixwaze bi van êrîşan îradeya gel bişkîne.

Şaredariya Gel a Amûdê bi armanca şermezarkirina êrîşa Dewleta Tirk ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna endamên şaredariyê ve li ber avahiya şaredariyê ji aliyê Hevseroka Şaredariyê Dicle Silêman ve hate xwendin.

Dicle Silêman destnîşan kir ku li Kurdistanê her ku pêşketinên mezin çêdibin, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd roj bi roj zêde dike û wiha dom kir: “Em dizanin ku dewleta Tirk tu mafê jiyana azad ji gelê kurd re nas nake. Lê belê rojane êrîşên wan ên li ser gelê me zêde dibe. Ji bo şerê Rojava piştigiriyê dide çeteyan û êrîşan pêk tînin.”

Dicle, di berdewama daxuyaniyê de bi bîr xist ku dewleta Tirk li Şehbayê komkujiyan pêk tîne, dixwaze derbasî bajarê Minbicê û Babê bibe û herêmê dagir bike û wiha pê de çû; “Lê ji ber berxwedana gelê herêmê û hêzên şoreşger dewleta Tirk di siyasetên xwe de têk diçe. Ji ber vê yekê niha jî li Bakurê Kurdistanê êrişî şaredariyên gel dike û dixwazin vînga gelê Kurd li Bakur bişkînin.”

Dicle, di dawiya daxuyaniyê de jî got ku jinên Kurd wê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku îradeya gelê Kurd bin pê bike û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Wek jinên Kurd ta azadiya hevalên me yên Bakur em ê hewl bidin. Em soz didin ku em ê wan bi tenê nehêlin û heta azadiya wan têkoşîna xwe bilind bikin.”