Şaredarên Kobanê û Sêrtê li Konseya Ewropayê ne

Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropa (KRHKE), ji bo rûniştinên giştî yên li Strasbourgê, Şaredarên Kobanê û Sêrtê vexwend, ku di du rûniştin û mijarên cuda de axaftinê bikin.

Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropa (KRHKE), ji bo rûniştinên giştî yên li Strasbourgê, Şaredarên Kobanê û Sêrtê vexwend, ku di du rûniştin û mijarên cuda de axaftinê bikin.

Ji bo rûniştinên civata giştî ya di navbera 23-26'ê Adarê de were lidarxistin, Şaredarê Kobanê Mûstafa Ebdî weke axaftvanekî taybet hat vexwendin û wê di çarçoveya rojeva lezgîn de pêşkêşiya 'Li dijî terorîzmê bajar' bike. Di hema beşa nîqaşê de wê ji bilî endamên KRHKE, ji Zanîngeha Parastinê ya Stockholmê Prof. Peder Hyllengren ê di mijara terorîzmê de pispor e û Serokê Fona Ewlekariya Bajêr a Ewropayê (EFUS) Guilherme Pinto biaxivin.

BAKIRHAN WÊ LI SER 'HELWESTA LI DIJÎ KOÇÊ' BIAXIVE

Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan jî weke Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên GAB'ê wê di rûniştina 'Li dijî pêla koçê, helwesta meqamên herêmî' biaxive. Di heman mijarê de wê Şaredara Landepûza ya Îtalyayê Giuseppina Maria Nicolini, Şaredara Calais a Fransayê Natacha Boucart, nûnerê Vartîkanê Kardînal Francesco Montenegro û Wezîrê Karên Civakî, Ahengî, Kar û Ewlekariyê yê Eyaleta Nordhrehim Westfalen a Elmanyayê Thorsten Klute weke mêvan biaxivin.

PIŞTEVANIYA KOBANÊ WÊ ZELAL BIBE

Tê payîn ku Şaredarê Kobanê Mûstafa Ebdî li Konseya Ewropayê rastî eleqeyeke mezin bê. Konseya Ewropayê berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê ya li dijî DAIŞ'ê weke têkoşîneke lehengî pênase kiribû. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku di civata giştî ya KRHKE û danûstandinên du alî yên heyetan de, di mijara ji nû ve avakirina Kobanê de piştevanî zelal bibe.

NAVÇEYA ÎPEKYOLÛ ENDAMÊ FERMÎ YÊ KRHKE YE

Tirkiye jî di nav de tê payîn ku 400 rêveber û şaredarên 47 welatan ji endamên KRHKE re biaxivin û pirsgirêkên bajarên xwe bînin rojevê. Di kongreya ku Tirkiye bi 12 endaman tê temsîlkirin de, li ser navê HDP-DBP'ê, Hevşaredara navçeya Wan Îpekyolû Aygul Bîdav wê amade be. Bîdav di sala 1999'an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke endama Koma 2. a Aştiyê ji Ewropayê derbasî Tirkiyeyê bûbû û di hilbijartinên herêmî de hatibû hilbijartin. Tê payîn ku Bîdav ji niha û pê ve weke endama fermî ya KRHKE timî beşdarî xebatan bibe.