Sancar: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25'ê Tebaxê de eşkere bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Amedê serdana partiyên Kurd kir û diyar kir ku wê Tifaqa Demokrasiyê di 25'ê Tebaxê de ji raya giştî re eşkere bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar piştî mîtînga li Amedê ya roja Şemiyê, roja Yekşemê serdana partiyan kir.

Sancar serdana partiyên Kurd; Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T), Partiya Azadî û Mirovan (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD) kir.

Sancar navenda DBP'ê ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ve hate pêşwazîkirin.

Aydenîz bal kişand ser mîtînga roja Şemiyê û got, "Li gel her tiştî, li gel her cûre êrişan û dozên girtinê jî, gel careke din nîşan da ku di nava her şert û mercî de bi HDP'ê re ye."

Aydenîz ragihand ku HDP hêviya gelan, jinan û ciwanan e û got, "Wê vê hêvîbûna xwe dewam bike."

Sancar jî piştî ku bal kişand ser hevdîtinên bi partiyên "Tifaqa Kurdî" re destnîşan kir ku ew li Tirkiyeyê daxwaz û armanca Komara Demokratîk dikin.

Sancar got, "Em biryardariya xwe ya ber bi komara demokratîk ve xurtir dikin. Li gel zor û zehmetiyan jî li Qada Stasyonê gelê me ev biryardarî careke din nîşan da. Peyam eşkere ye; em xwedî li îradeya xwe derdikevin, em ê xwedî lê derkevin."

Sancar bi dewamî got, "Tifaqên berfireh bi têkoşîneke hevpar dibe. Çend sitûnên vê têkoşîna hevpar heye ku em jê re Tifaqa Demokrasiyê dibêjin. Yek jê, beşa ku me bi 6 partiyên çep-sosyalîst re ava kiriye. Ya din jî karên me yên bi komên baweriyan re ye ku dewam dike. Em bi tevgera kedê, tevgera jinê, tevgera ekolojiyê re jî heman karî dikin. Eger em karibin van hêzan hemûyan bigihînin hev, şert û merc çiqasî zehmet jî bin rêya ber bi komara demokratîk ve wê bê vekirin."

Rawestgeha duyemîn a Sancar jî KDP-T bû. Sancar ji aliyê Serokê Giştî yê KDP-T'yê Mehmet Emîn Kardaş ve li Serokatiya partiyê ya li Amedê hate pêşwazîkirin.

Sancar işaret bi zext û zordariyê kir û got, "Armanc ji van êrîşan têkbirina îradeya gelê Kurd û bêbandorkirina hêza herî çalak a têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Li diJî van êrîş û dorpêçkirinê, me ji xwe re kirin armanca bingehîn ku 'Tifaqa Demokrasiyê' ava bikin."

'EM NEÇAR IN POLÎTÎKAYÊN ŞER BISEKINÎNIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê destnîşan kir ku ew neçar in polîtîkayên şer bisekinînin û got, "Rabûna li ber şer, yek ji hêmanên bingehîn ên polîtîkaya me ya demokrasî, jiyana hevpar û wekhev e. Em neçar in polîtîkayên şer rawestînin. Em di wê baweriyê de ne ku vê yekê jî dikarin bi nûnerên gelan re bikin ku şer bandorê li wan dike."

TIFAQA DEMOKRASIYÊ WÊ DI 25'Ê TEBAXÊ DE BÊ RAGIHANDIN

Sancar bi dewamî anî ziman ku wê "Tifaqa Demokrasiyê" ya ku timî qalê dikin, di 25'ê Tebaxê de bi raya giştî re parve bikin.

Sancar got, "Me bi partiyên Kurdî re sala 2018'an dest bi karekî hevpar kirin ku ev kar di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de şênber bû. Di çarçoveya tifaqa demokrasiyê de em kar dikin ku yekîtiyên cuda jî ava bikin. Karê me yê hevpar ên bi partiyên çep sosyalîst re ku em jê re maseya ji 7 endaman pênase dikin, di 25'ê Tebaxê de em ê bi raya giştî re ragihînin. Bi komên baweriyan re, bi taybetî bi saziyên Elewiyan re em ji bo heman armancê kar dikin. Bi tevgerên kedê, tevgerên jinan, tevgerên ekolojî û ciwanan re jî hewl didin vê tifaqê berfireh bikin. Ji bo têkoşîna hevpar a tifaqa demokrasiyê, hîmê Kurdî yê vê tifaqê di asta jiyanî de girîng e. Bi taybetî ji bo me pêwîstiyeke lezgîn e ku em li Kurdistanê li dora bernameyeke hevpar, li dora armanceke hevpar li hev kom bibin."

Serdana Sancar a li partiyên Kurdan dewam dike.