Salvegera damezrandina PKK'ê li Amsterdam û Kopenhagenê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Hollanda Amsterdamê û li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Hollanda Amsterdamê û li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê li Beûrs Pleîn'ê bi mîtîngekê hat pîrozkirin. Gelek demokratên Hollandayî jî destek dan mîtînga Kurdistaniyan. Kurdistaniyan li qada mîtîngê pankarta bi zimanê Hollandî ay bi nivîsa "Em 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz dikin" daliqandin û dowîzên "Kujer Erdogan", "Dawî li zext û komkujiyên li Kurdistanê bînin" hildan. Çalakgeran bang li dewletên Ewropayê kirin, ku navê PKK'ê ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' derxîne.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî, salvegera damezrandina PKK'ê bi şiyara "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan" hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi xwendina belavoka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dewam kir. Piştî xwendina belavoka ji bo çapemeniyê, mîtîng bi gotina sirûd û stranên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dawî bû.

...