Salih Muslim: Divê Tirkiye ji fobiya Kurd rizgar bibe, naxwe wê zêde zerarê bibîne

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir, ku eger Tirkiye di polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê de guhertinekê neke, wê zerareke mezin bibîne.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir, ku eger Tirkiye di polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê de guhertinekê neke, wê zerareke mezin bibîne. Muslim diyar kir ku di koka polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê de fobiya Kurd heye.

Salih Muslim ji Med Nûçe re axivî û destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê, bernameya têkçûyî ya perwerde bike-bi çek bike ya DYA û fobiya Kurd a Tirkiyeyê nirxand.

Muslim ragihand ku êrîşên hewayî yên Rûsyayê li ser daxwaza rejîma Sûriyeyê hatine kirin û got, "Armanca destpêkê, parastina vê rejîmê ye." Muslim bal kişand ser berjewendiyên Rûsyayê û anî ziman ku tevî vê yekê jî 'şerekî wan ê li hemberî cîhadperestan, selefiyan, dibe ku hinekî kêrhatî be."

Muslim hin gumanên xwe yên li ser êrîşên hewayî jî anî ziman û got, "Tirs û fikareke me ya bi vî rengî heye: Gelo destwerdana Rûsyayê wê di pêvajoya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê re rejîmê xurttir bike, yan jî wê ev êrîş ji bo çareseriyê bêhtir kêrhatî bin?"

Hevserokê PYD'ê Muslim got, "Li gorî me, eger ev rejîm hîn bêhtir xurt bibe, dibe ku xwe ji çareseriya siyasî vegire."

DIBE KU DI NAVBERA DYA Û RÛSYAYÊ DE ROL HATIBE PARVEKIRIN!

Li gorî Muslim, dibe ku di navbear Rûsya û DYA de rol hatibe parvekirin: "Ne bawerim ku haya wan ji hev tinebûn. Dibe ku parvekirina wezîfeyê yan jî di vî şerî de parvekirina rol be. Bêguman wê hevsengiyan hinekî biguherîne. Lê belê ne ji binî ve. Bawerim haya wan ji hev heye. Dibe ku enî hinekî biguherin, lê wê nakokiyeke bingehînî di navbera wan de nebe."

Muslim ragihand ku bernameya perwerde bike-bi çek bike ya DYA bi hevkariya Tirkiyeyê re meşand têk çûye û got, "Meseleya perwerde bike-bi çek bike, ji destpêkê ve ji aliyê DYA û Obama ve dihat bilêvkirin. Bêguman bi vî rengî kêrhatî nîne. Encamên perwerdekirina di bin kontrola hîndekarên Tirkiyeyê de, hat dîtin. Hin kom hatibin perwerdekirin jî ev derbasî nava Eniya El Nûsra yan jî DAIŞ'ê bûn."

'DIVÊ TIRKIYE XWE JI FOBIYA KURD RIZGAR BIKE'

Muslim bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê û ev nirxandin kir: "Hin projeyên Tirkiyeyê hebûn. Hin berjewendiyên xwe hebûn. Pişta xwe sipartibû van. Bi taybetî li hemberî Rojava, ji bo guhertina demografiya wir hin planên xwe hebû. Niha hemû li ber avê çûn. Li gorî pîvanên cîrantiyê tevnegeriya ye. Ji niha û pê ve eger polîtîkaya xwe neguherîne wê zerareke mezin bibîne."

Muslim bang li Tirkiyeyê kir ku di polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê de guhertineke bingehînî bike û xwe ji fobiya Kurd rizgar bike.

Muslim got, "Pêwîste ji aliyê çareseriyê ve hîn bêhtir di polîtîkaya xwe ya li ser Rojava de guhertinan bike. Naxwe em ê hemû winda bikin. Hem weke Rojavayî em, hem jî wê Tirkiye wê weke welatekî gelek tiştan winda bike. Di koka vê de jî fobiya Kurd heye. Divê Tirkiye weke dewlet û hikûmetê xwe ji fobiya Kurd rizgar bike."