Salih Cizîrî li Mexmûrê hate bîranîn

Şoreşgerê Kurdistanê Hasan Adir bi nasnav Salih Cizîrî di salvegera 2'yemîn a şehadeta xwe de li Mexmûrê hate bîranîn.

Li Wargeha Mexmûrê Hasan Adir bi nasnav Salih Cizîrî ku di 5’ê Hezîrana 2021’an de, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li ser gora xwe hat bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Salih Cizîrî (Hasan Adir) merasîmek ya bîranînê hat li darxistin.

Merasîma bîranînê bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê ji bo tevahî Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Salih hatibû amadekirin hat nîşandan. Herwiha piştî wê ji bo Şehîd Salih Mewlîd hat dayîn û piştre gel bi awayek girseyî berê xwe dan goristana wargehê û çûn ser gora Şehîd Salih Cizîrî. Bi kombûna gel ya li ser goristanê axaftinek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Fîlîz Bûdak ve hat kirin.

Fîlîz Bûdak di axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Salih Cizîrî de hemû Şehîdên Kurdistanê bibîr anî û got: “Em wek tevgera Apoyî, wek gel û ferdên ku dil dane tevgera Apoyî û Rêber Apo tu carî ne ketine pey jiyanek rehet û ji rêzê. Welatê me bindeste, pirsgirêka me ya kesayetê û nasname bû, pirsgirêka me ya azadiyê hebû. Weke gelên Cîhanê me di welatek bê şer û azad de jiyan nekir. Em ne xwediyê wî şansî bûn lê em bûn xwediyê şansekî yê rûmeta mezin û me ev rûmet, ev têkoşîna azadiya Kurdistanê girt û li ser vê têkoşînê heta roja îro em dimeşin. Di vê oxirê de me bi hezaran şehîd dan. Mirov dikare bêje şehîdên me ji yên mayî hema zêdetirin, şehîdên me  fermandar û rêberên me ne. Yên ku îro fermana têkoşînê ji me re didin şehîdin. Ji ber ku şehîd fermana azad welatek azade, fermana şkandina tecrîda li Îmralî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji me re didin. Bi hezaran wek heval Salih têkoşîna me ber bi azadiyê ve birin, belkû wan canê xwe dan lê bi ruh û mejiyê xwe bi me re jiyan dikin. Ji ber ku her cara ku em dibêjin Şehîd Namirin, em her pêngava ku em di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de didin bêmiriniya wan îspat dikin. Em dîsan dibêjin serê Rêber Apo, malbata hêja û tevahî gelê Kurd û xelkê wargeha Mexmûr saxbe.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.