BI DÎMEN

Sala perwerdehiyê ya li Kerkûkê bi boykotê hate destpêkirin

Sala perwerdehiyê ya Iraq û Kerkûkê ya 2016-2017’an îro destpê kir. Li Kerkûkê bi destpêkirina sala perwerdeyê re bi kirîza ekonomiyê ya herêmê kete rojevê.

Xwendevanên Iraq û Kerkûkê îro dest bi waneyan kir. Li Kerkûkê Walî Necmettîn Kerîm ê ku beşdarî xebatên vekirina dibistanê bû wiha got: “Xwendekarên Kerkûkê ji sala 2010’an û vir de bi wezîrê perwerdehiyê yê berê re hevdîtin kirin. Bê mafî li xwendevanên Kerkûkê hatibû kirin. Di warê mûçe û bûçeyê de bêmafî li hinek mamosteyan hatibû kirin. Ji bo derbaskirina vê yekê di nava xebatan de ne.”

Li ser pirsa mamostayan a têkildarî mûçeyê jî ev bersiv da: “Em hemû rê û rêbazan bi kar tînin, em ê mûçeyên mamostayên xwe bidin.”

Mamosta şerzad Mihemmed diyar kir ku em piştgirî didin çalakî, xebat û xwepêşandanên girseyî yên mamostayên sendikayê yên ku di vê demê ku ji bo mûçe li dar dixistine.

Mihemmed, ji Waliyê Kerkûkê re got ku wê boykotên wan dewam bike û wiha anî ziman: “Ji bo perwerdehiya zaroka em ê biçin dibistanê. Lê, em li gel yekîtiya mamostayan in, bi tekezî em ê li gel biryarên wan cih bigirin. Ji bo dayîna mûçeyên mamostayan û başkirina sîstema perwedehiyê li benda biryara we ne. Em li gel her cure biryara yekîtiya mamostayanin a ku li ser hikûmetê zextê bike.

Mamoste Halo jî wiha got: “Em weke mamostayên Kerkûkê girêdayî her cure biryara yekîtiya mamostayanin, em piştgiriya wan dikin. Ji bo perwedehiya herêma Kurdistanê xira nebe divê bi lezgîn hikûmeta herêma Kurdisatanê mûçeyên hemû karmend û mamostayan bide.

Eger ku hikûmeta herêma Kurdisanê vê pirsgirêkê çareser neke, perwedehiya îsal wê serkeftinê neîne, yan jî wê kêm bibe.

Yekane yê ku ziyanê bibîne wê xwendevan bin. Ji bo ev yek nebe em girêdayî biryara yekîtiya mamostayanin.”

 

...