Şahidê bûyerê: Du jin li kuçeyê hatin kuştin

Têkildarî du jinên ku li Sêrtê ji hêla polîsan ve hatin kuştin, agahiyên nû hatin bidestxistin.

Kitekitên bûyera ku şevê din saet di 00.35'an de li Taxa Çal a Sêrtê 2 jin ji hêla polîsan ve hatin kuştin, hate bidestxistin. Her çendî walitiya Sêrtê daxuyanî dabû û gotibû ku hinan li ser malekê dane û di encamê de bi ser malê de hatiye girtin, du milîtan hatine kuştin jî, diyar bû ku bûyer ne li malê lê li  kuçeyê pêk hatiye.

Li kuçeyê gelek qaqilkên guleyan hatin dîtin û şopa xwînê hebû. Kesekî ku ji ber sedema ewlekariyê nexwest navê xwe bide wiha got: "Bûyer hema li pêşberî mala min çêbû. Saet 00.30’an me dengê çekan bihîst. Dengê çekan 5 deqeyan dom kir. Dema ku ji pencereyê min nerî, kesek li erdê dirêjkirî bû û polîsan hê jî li ya erdê dirêjkirî direşand. Piştî ku dengê çekan qut bû bi 1-2 saetan dengê teqînekê hat. Li cihê kesê ku mirî, polîsan tiştek teqand. Min tenê cenazeyek dît. Cenazeyek kirin ambûlansê."

Şêniyên din ên taxê jî diyar kirin ku tişta şahidê bûyerê gotî, rast e.