BI DÎMEN

Rustem Cûdî li ser gora xwe bi merasîmekî heybet hate bîranîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî, di 5. salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe bi beşdariya hezaran kesî bi merasîmekê hate bîranîn.

Di bîranîna ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi merasîmekî leşkerî tevlî bûn de, li gel fermandarên YPG’ê û şeranan, Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan a TEVDEM’ê û gelên ji herêma Girkê Legê, Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê û Kantona Cizîrê jî beşdar bûn.

Di merasîmê de li gel YPG’ê, TEVDEM, Rêveberiya Xweser a Demokratîk, saziyên malbatên şehîdan û li ser navê malbata Rustem Cûdî jî birayê wî axivî. Di axaftinan de bal hate kişandin ku bi saya şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Kurd hatine vê rojê, li dijî polîtîkayên îmha û nîkarê soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Di 5.salvegera qetilkirina Enamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Rustem Cûdî, Konseya Leşkerî ya HPG’ê Elîşêr Koçgirî û Çîçek Botan li gel 8 gerîlayên HPG’ê ku di 27’ê Îlona 2011’an ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve li Şehîdgeha Berkevirê ya Rojava ku gora Rûstem Cûdî lê heye merasîmek a bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxisin.

Gel bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” û tilîliyan herikîn Şehîdgeha Rustem Cûdî.

Piştî merasîma leşkerî li ser navê YPG’ê Reşît Rojava, li ser navê TEVDEM’ê Îsmaîl Dêrîik, li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî Abdulkerîm Sarûxan, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fatma û li ser navê Malbata Şehîd Rustem Cûdî jî birayê wî Ebû Dilo axaftin kirin. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê Kurd, bi saya têkoşîn û keda şehîdan gelê Kurd hatine van rojan.

Her wiha di axaftina de hate diyarkirin ku yên ku li ser Kurdan polîtîkayên dijminahiyê dikin hê jî li ser Karin, ji bo bidestxistina sîstemekî azad û demokratîk banga bilindkirina têkoşînê hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser ked û têkoşîna ku Şehîd Rustem Cûdî, wiha hate gotin: “Heta ku Rêber Apo azad bibe û aştî li ser vê xakê pêk bê em ê têkoşînê bilind bikin.”

Piştî axaftinan û şûn de li gel sirûdan gora Şehîd Rustem Cûdî û şehîdên şoreşê hatin ziyaretkirin, qurnefîl danîn ser goran.

...