Rûniştina doza Emîne Şenyaşar a berxwedêr wê bê dîtin

Nobeta Edaletê ya Malbata Senyaşar di roja 575'an de berdewam kir. Rûniştina doza Emîne Şenyaşar bi îdiaya heqaretê wê îro bê dîtin.

Parêzer Hidayet Enmek, diyar kir ku bi lêpirsînên li ser Emîne Şenyaşar hatiye vekirin re dixwazin malbat bê bêdengkirin û got, "Lêpirsînên li dijî malbata Şenyaşar nîşan didin ku li Tirkiyeyê hiqûq mîna amûrekê tê bikaranîn."

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 575’emîn de li pêşiya avahiya edliyeyê dewam kir.

Emîne Şenyaşar di çarçoveya doza ku ji ber gotinên di Nobeta Edaletê de li ser wê hatiye vekirin dê îro derkeve pêşberî dadgehê. Emîne Şenyaşar bi hinceta "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû û Îbrahîm Yildiz ê AKP’yî kiriye, tê sûcdarkirin.

‘DIXWAZIN QÊRÎNA DAYIKÊ BÊDENG BIKIN’

Parêzerê malbatê Hîdayet Enmek beriya rûniştina ku dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê bê dîtin, bal kişand ser nobeta malbatê û got, "Qêrîna edaletê ya dayikê li ber edliyeyê bi dewamî bilind dibe. Ev qîrîna dayikê ya ku 575 roj in dewam dike, bi 15 lêpirsînan hewl tê dayîn bê bêdengkirin. Hin ji van veguherî dozan. Wê îro rûniştina lêpirsînek bê kirin. Li ser giliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu dê doz were vekirin. Lêpirsînên malbatê rastiya hiqûqa li Tirkiyeyê çiqasî hatiye amûrkirin nîşan dide."

Parêzer anî ziman ku ne temamkirina lêpirsîna komkujiya li nexweşxaneyê li malbatê hatiye kirin, nîşaneya nebûna lêpirsîneke bi bandor e. Parêzer Enmek got, “Lêpirsînek ku 4 sal zêdetir e venegeriyaye îdianameyê heye. Malbat ji bo vê nobeta Edaletê digire. Îro jî em ê ji salonên Dadgeha Cezayê Asliyeyê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Bi vê doza ku der barê malbatê de hatiye vekirin em ê bi dengê herî bilind daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman.”