Rûkeniya biharê: Kûrtay Amed

Ya Kûrtay Amed çîroka serhildaneke mezin a rêya rûmetê ye. Yek ji hezaran ciwanên Kurd e, ku navên wan li hişê mirovan û dîwarên taxan hatine nivîsandin.

Ya Kûrtay Amed çîroka serhildaneke mezin a rêya rûmetê ye. Yek ji hezaran ciwanên Kurd e, ku navên wan li hişê mirovan û dîwarên taxan hatine nivîsandin.

Kûrtay Amed (Osman Karadenîz) ku di nava raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de weke 'leşkerê winda' hat naskirin, di 8'ê Adara 1995'an de li taxa Kaynartepe ya navçeya Amed Baglarê ji dayik bû. Malbata wî ji ber şert û mercan neçar ma ji gund koçî bajêr bike. Amed di nava 5 zarokên malbatê de yê çaremîn bû. Ji ber sedemên aboriyê, dibistana xwe di pola 9. de qedand û ji bo alîkariyê bide malbatê dest bi kar kir. Kûrtay Amed ji aliyekî ve karê Kadastro yê Nexşeyê kir, li aliyê din jî bi baldariya xwe ya li ser rewşa civakê, hewl da bersivê bide pêwîstiyan. Ji ber vê yekê, piştî gotina 'Vaye Kobanê li ber têkçûnê ye' bû yek ji hezaran mirovên bi ruhê serhildanê tevlî destana 6-8'ê Cotmehê bû. Kûrtay Amed ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê hat darizandin û 8 mehan li zîndana Amedê hat ragirtin. Piştî 8 mehan ew ji bo leşkeriyê şandin Îzmîrê. Li vê derê, ji ber helwesta faşîst û êrîşan, bi pirsgirêkan re rû bi rû ma. Piştî van pirsgirêkan di 12'ê Hezîrana 2015'an de sirgûnî Denîzlî hat kirin. Di vê demê de fîrar kir û tevlî nava refên PKK'ê bû. Kûrtay Amed ku di 20 saliya xwe de bû gerîlayekî PKK'ê, di 26'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Mêrdîn Kerboranê di şerê li hemberî hêzên dewleta Tirk de tevî 3 hevalên xwe tevlî karwanê nemiran bû.

Dayik Rahîme Karadenîz, kurê xwe Kûrtay Amed weke mirovekî wêrek, bêdeng, şermok, ji mirov û heywanan hez dike pênase kir û got, "Osman mirovekî bi berpirsyariya xwe radibû û fedekarî dikir. Bi malbata xwe û bi min ve gelekî girêdayî bû. Rû li ken bû. Mirovekî aram bû, bi hêsanî hêrs nedibû. Dema ew hêrs dibû, min dizanîbû neheqiyek li holê heye. Neheqî ji kê dihat jî, wê tehemûlî wê nedikir û nerazîbûn nîşan dida. Mirovekî gelekî wêrek bû. Tirs ji bo tinebû. Eger şaşîtiyek li holê hebûya, ew her tim bi dengekî bilind li dij derdiket û hewl dida çareseriyekê jê re peyda bike. Ji ber van taybetmendiyên xwe di demeke kurt de mirovan gelekî jê hez kir û hurmet nîşanî wî dan. Bi xurtî dilsozê hevalên xwe bû."

Û bi kenekî dilşikestî dibêje; "Kenê wî ket bîra min... Bi çavên xwe yên kesk, bi qama xwe ya kin, kurikekî gelekî bedew bû. Dema tiştek biketa serê wî, çi dibû bila bibe, diviyabû pêk bi aniya. Tê bîra min rojekê rabû got, 'Haydê em biçin gund'. Gelekî hez ji gund dikir. Min hewl da jê re vebêjim, ku em nikarin biçin. Lê min kir nekir ew qanih nekir. Min dît, ji vê daxwaze venagere, min got baş e em biçin. Hema ji nişka ve em rabûn û çûn gund."

ŞER BANDOR LI KARAKTERA WÎ KIR

Kekê Kûrtay Amed Kadrî Karadenîz jî da xuyakirin, ku birayê wî di çarçoveya rastiya şerê li Kurdistanê de, di nava dengê çekan de mezin bû û got, "Osman di 8'ê Adara 1995'an yanî di rojeke biharê de ji dayik bû. Weke ku tê zanîn bihar ji bo me Kurdan tê wateya destpêka têkoşînê, demsala hêviyê. Lewma hem dema ji dayik bû, hem jî rastiya şer a li Kurdistanê bandor li diayrbûna karakterê birayê min kir. Osman di nava raya giştî de demeke dirêj weke 'leşkerê winda' di rojevê de ma. Lê belê kêm e ku mirov bi tenê bi vê bûyerê wî vebêjin. Ji ber ku Osman beriya her tiştî ciwanekî fedekar û kedkar bû. Ji emrê xwe yê zarokatiyê û pê ve ji aliyekî ve dixebitî, li aliyê din jî dixwend. Lê belê ji ber sedemên aboriyê piştî demekê neçar ma dibistanê biterikîne û bi temamî bixebite. Demeke dirêj li bajarên cuda xebitî. Dema wî dest ji dibistanê berda û dest bi kar kir, ez li zîndanê bûm. Tê bîra min, roja hat hevdîtinê ji bo ez karibim pê pêdiviyên xwe tedarik bikim, maeşê xwe yê destpêkê ji min re anî bû."

DI BINÊ ÇAVAN DE ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN

Kek Karadenîz bibîr xist, ku di dema serhildanên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê de hat binçavkirin, 8 mehan di binê çavan de ma û got, "Di dema binçavkirî de timî îşkence lê dihatkirin. Ji ber ku li cihê endamên Hîzbûllahê jî lê bûn dihat ragirtin, ewilî Hîzbûllahiyan li wî didan, piştre jî polîsan êrîşî wî dikirin."

Kek Karadenîz da xuyakirin, ku birayê wî di nava 8 mehên li zîndanê de gelekî bi pêş ket û got, "Osman li girtîgehê xwe çêtir nas kir. Bi aliyên xwe yên xurt û qels hesiya û kesayetiya xwe qewîntir kir. Li derve jî gelekî hez ji xwendina pirtûkan dikir, lê li girtîgehê ev yek xurtir kir. Ev guherîn û veguherîna erênî ya Osman, bi çav dihat dîtin."

JI BER KU HELWESTÊN FAŞÎST QEBÛL NEKIR, TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BÛ

Karadenîz bal kişand ser êrîşên faşîst ên li hemberî birayê wî û got, "2 meh piştî derketina ji girtîgehê, Osman çû leşkeriyê. Di dema leşkeriya xwe ya li Îzmîrê de hin pirsgirêk derketin pêşiya wî. Lê belê ya ku sebra wî fûrand, kêfxweşiya leşkerên Tirk a ji teqîna bombeya li mîtînga 5'ê Hezîranê ya HDP'ê bû. Osman nerazîbûn nîşanî wan da. Li ser vê nerazîbûnê di navbera Osman û leşkeran de nîqaş derket û Osman lînç kirin û ew sirgûnî Denîzlî kirin. Rojek beriya sirgûnkirinê em saetekê bi hev re bi rêya telefonê axivîn. Bi fikar bû. Carekê ji min re got, 'ez ê neçim wê derê, eger biçim wê min bikujin'. Ji xwe ew axaftina me ya dawî bû. Piştîr ojekê me agahî ji Osman negirt û em ketin nava fikaran. Di encama hewldanên xwe de em pê hesiyan ku Osman berî 3 rojan fîrar kiriye. Herî dawî agahî ji me re hat ku di 26'ê Kanûna 2016'an de li Kerboranê şehîd ketiye."

...