Rojnamevanê Elman hate rencîdekirin û binçavkirin

Rojnamevanê Elman Hînrîch Schûltze ku ji bo şopandina Newrozê ji Elmanyayê hat Amedê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Hînrîch Schûltze, ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên sibê bişopîne ji bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hat Amedê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Schûltze yê ku dema girseya HDP’ê û DBP’ê vexwendinnameyên Newrozê li Ofîsê li gel belav dikirin, ji aliyê polîsan ve hate sekinandin û dûre jî ew birin ber wesayîta bi zirx. Schultze yê ku destên wî dan rakirin û ew saxtî kirin, xistin wesayîta bi zirx.

Di vê kêlîkê de polîsan xwestin nûçegîhanê Dihaber Bîlal Guldem jî binçav bike, ku binçavkirina Schûltze dişopand. Piştî nîşandana nerazîbûnan, polîsan Guldem serbest berdan.

Piştî ku HDP’yî ketin navberê, Schûltze yê ku polîsan ew bi qasî nîv saetê dan sekinandin, piştî stendina îfadeya wî, serbest hate berdan.