Roja yekemîn a Konferansa Naskirina Hewreman bi dawî bû

Piştî nirxandinên bi mijarên cuda cuda roja yekemîn a Konferansa Naskirina Hewreman bi dawî bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê û axaftina destpêkê li ser navê komîteya amadekar, Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd peyamek pêşkêşî beşdaran kir. Piştre peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê hate xwendin. Dûre jî peyama parêzgeha Helebce hate xendin û herî dawî Siya Çemana Hewreman hate pêşkêşkirin.

Di panela beriya nîvroyê de mijara dîroka Hewreman ji aliyê Mihemed Şêx Seîd û mijara din jî Dîroka Hewramaniyên Ebdulmelîkiyan jî ji aliyê Hesen Selîmê Ebdulmelekî ve hate pêşkêşkirin.

Di dewam konferansê ya piştî nîvroyê de Rojnameger Nermîn Gîveçî panela ‘Rola jinê li Hewreman' pêşkêş kir. Nermîn Gîveçî di panelê de qala girîngiya di dîrokê de rola jinê li Hewreman kirin û got: “Her ji kevin ve li Hewreman jin û zilam bi awayek wekhev û yeksan jiyanê bi rêve dibirin. Jin çandinî derxistiye û bi rêya wê ji xweza naskir. Her wiha jin karê lawirvanî, çandinî û berhemên lawirvanî kiriye. Ji bil rêvebirina malê û perwerdekirina zarokan, ev karene kirine.”

Her wiha Nermîn Gîveçî got: “Her wiha jinên Hewreman rolek girîng di çareserkirina pirsgirêkên cîvakî û rêxistinkirina civakê de hebû û tê dîtin ji. Jinên Hewreman di dîrokê de, di hêla siyaset, hûner, helbest û wêjeyê de ji xwedî rolek girîng bû.”

Nermîn Giveçî bal kişand ser mafê jinan û got: “Di kevin de jinên Hewreman li gorî niha zêdetir xwedî maf bûn. Em niha dibînin ku di hêla hûner, şano û gelek hêlên din de girîngî nadin jinan. Ji ber wê divê rola jinê di civakê de neyê piştguh xistin. Ji bo civakek serkeftî be, divê jin xwedî rol be û qada jinê diyar be.”

Dîsa di dewam konferansê de bi moderatoriya Şîram Mûstefa ve du panel hate lidarxistin. Panela yekem a bi mijara ‘jiyana xweser li Hewreman’ ji aliyê Mûmin Hecîcî û mijara Wêjeya Hewreman ji aliyê Heme Reşîd Emîn ve hate pêşkêşkirin. Hecacî di bal kişand ser berxwedana gelê Hawramanê û diyar kir ku rê nedaye ku ti hêz desthilatdarî û dagirkeriyê li ser civakê bide ferzkirin û heta êrîşên Yewnaniyan û Ereban yên li ser Rojhilatê Kurdistanê hatine pûçkirin.

Her wiha Heme Reşîd li ser wêjeya Hewreman behsa girîngiya gundên Hewreman kir, weke nimûne gundê Texted a ke weke kesayetên mîna Şêx Mûstefayê Texteyî di avakirina kesayetê de xwedî rol bû, her wiha helbestvan,şaîr û wêjevanên din bandor kir.

Di navbera her parêlekê de Siya Çeman û helbestên cuda yên li ser Hewreman hatin gotin.

Her wiha di dawiya bernameya îro de jî çend helbestê li ser hûner û jiyana Hewreman hate pêşkêş kirin.

Bernameya îro ya konferansê piştî nirxandinên li ser tevahiya xebatên rojê hatin kirin û şûnde bi dawî bû.

Konferansa Naskirina Hawraman sibehê jî didome.