Roboskî: Wê li dijî hîleyan rêxistina me bidome

Malbatên Roboskiyê, lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di daxuyaniya çalakiyê de hate kirin, bal kişand ser hîleyên AKP’ê û peyama ‘Em bi serketin’ dan.

Malbatên 34 kesên ku 17 jê zarok ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an encama bomberdûman balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 227’emîn a qetlîamê de li hev kombûn û lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Malbatên ku kesûkarên xwe winda kirin li ser gorên kom bûn, pankarta “Ji bo Roboskiyê edalet, faîl bên dîtin” vekirin û li vir daxuyaniyek da.

‘EM BI SER KETIN’

Velî Encû li ser navê malbatan axivî û bibîr xisti ku ev 939 roj in tên li ser gorên ximên xwe û lêgerîna xwe ya edaletê didimînin. Velî ê ku bal kişand ser hîleyên refernadûmê û got: “Hemû gelê me yên ku mîna malbatên Roboskiyê qetlîam li ser hatine kirin, hemû hîle û helwestên li hemberî vîn û mafê demokrasiyê ti encam negirtin. Yên ku têkoşîna me ya edaletê nabînin, yên ku guhên xwe li dengê me digirin. Li dijî daraza we ya ku qatilên 34 xizmên me, li dijî bêhiqûqî û edaleta we, wê têkoşîna me bidome. Yên ku referandûm qezenç kirin em in.”