BI DÎMEN

RJAK. Tundiya li dijî jinê, tundiya li dijî tevahî civakê ye!

RJAK’ê têkîldarî binçavkirina Aysel Avesta ya ji aliyê PDK’ê û tundiya li dijî jinê ya her diçe li Başûrê Kurdistanê zêde dibe daxuyanî da, PDK’e şermezar kir, got: “Tundiya li dijî jinê, tundiya li dijî tevahî civakê ye.”

Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), ji ber zilamekî li Kerkûkê hevser û sê keçên xwe bi benzînê şewitandin û her wiha binçavkirina rojnamevan Aysel Avesta (Gazal Avanaş) a ji aliyê PDK’ê daxuyaniyek da. Endamên RJAK’ê li Taxa Şorce ya Kerkûkê kom bûn, di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kirin ku şîdeta li dijî jinê ji ber zîhniyeta zilam serwer û feraseta eşîrê ya li herêmê pêk tê, got: “Jin ne namûsa zilam e, afirîner û pêşenga jiyana azad û wekhev in.”

Di daxuyaniyê de rewşa Aysel Avesta ya ji aliyê asayîşa PDK’ê hate girtin jî hate bibîrxistin, ev siyaseta PDK’ê ya li dijî jinê bi zimanekî tund hate şermezarkirin, hate xwestin ku demildest Avesta bê berdan.

...