Rêxistina HDP'ê ya Wanê: Yuksekdag îradeya me ye

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî Yuksekdag protesto kir.

Rêxistna HDP'ê ya Wanê, li ser betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag civîneke çapemeniyê lidar xist û ev biryar protesto kir. Civîn li avahiya partiyê pêk hat û Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş, Gulîstan Orhan, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ayhan Aygun, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Abdurrahman Dogan, Ozgur Zeydanoglû, rêxistinên bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA û gel tevlî bûn.

Rêvebera HDP'ê ya Bajêr Leyla Işik li civînê axivî û got, "Fîgen Yuksekdag li kursiya meclîsê, wekhevî, biratî, edalet û azadî parast. Betalkirina parlamenteriya wê, darbeyek li vîna bi mîlyonan mirovî hatiye xistine ."

'WÊ NIKARIBIN TESLÎM BIGIRIN'

Işik diyar kir, her roj wekîlên HDP'ê binçav dikin, digirin û bi vê ve dixwazin HDP'ê ji Meclîsê ber bi kolanan ve dehf bidin. 

Işik da xuyakirin, ku pêşnûme qanûna AKP û MHP'ê ya ku ji Meclîsê re derbas kirin,  niha nikarin bi hilbijêrên xwe re bidin têgihiştin û zoriyan dikêşin.

Işik destnîşan kir, ku gelê Kurd û nûnerên wan nikarin teslîm bên girtin û got, "Em, betalkirina parlamenteriya Fîgen Yuksekdag protesto dikin. Em bang dikin ku her kes nerazîbûnê nîşan bide û bêjin NA. Cezayê ku bi qanûnên Qesrê tê dayîn û betalkirina parlamenteriyê ti hikmê xwe nîne.. Fîgen Yuksekdag îradeya me ye."