Rewşa dawî ya li Cizîrê: Birîndarekî din jiyana xwe ji dest da

Li taxa Sûrê ya Cizîrê, li jêrzemîna ku ji duh ve 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar lê asê ne, birîndarekî din jiyana xwe ji dest da. 23 birîndar hînê li benda ambûlansê ne.

Li taxa Sûrê ya Cizîrê, li jêrzemîna ku ji duh ve 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar lê asê ne, birîndarekî din jiyana xwe ji dest da. 23 birîndar hînê li benda ambûlansê ne. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku eger di saetên pêş de ambûlans neçe avahiyê, ew ê bi malbatan re bimeşin avahiyê.

Qatên jorê yên avahiyek li taxa Sûrê ya Cizîrê, ku 45 birîndar tê de bûn, ji ber topbarana ji tankên dewletê hilweşiyan. Polîsên Tirk bi benzînê jêrzemîna vê avahiyê şewitandin û 20 kes bi vê rêbaza wehşî qetil kirin. Duh danê êvarê yek ji birîndarên rewşa xwe giran bû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên dawî yên bi şev ji avahiyê hatin, yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest daye. Bi vê agahiyê re hejmara birîndarên ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin bû 22 kes. 23 kes jî rû bi rûyê înfazê ne. Piştî hevdîtinan diviyabû saet di 19:00 de ambûlans ji bo wergirtina birîndaran biçûya taxê. Lê belê di dema çûyîna ambûlansê de topbaraneke giran li hemberî avahiyê hat kirin, lewma ambûlans nikarîbû biça.

'EM Ê BI MALBATAN RE BER BI TAXÊ VE BIMEŞIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku jêrzemîna sêyemîn a birîndar lê ne, li ser rêya Nisêbînê ye û berevajî îdîayan, li vê herêmê bi ti awayî şer nîne. Sariyildiz diyar kir, ku mîna jêrzemînên din li vir jî bi mîzansenekê re pêşî li çûyîna ambûlansan tê kirin û anî ziman, ku eger di saetên pêş de gaveke şênber neyê avêtin ew ê tevî malbatên birîndaran biçin avahiyê.

Sariyildiz diyar kir, ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, nûnerên Rêxistina Efûyê jî li herêmê ne û ji bo wergirtina birîndaran bi Walîtiya Şirnexê re hevdîtin kirine. Sariyildiz da xuyakirin, ku tevî vê hewldanê jî encamek bi dest neketiye. Sariyildiz ragihand ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan du serdarên artêşa Tirk ên serkêşiya operasyona li dora avahiyê dikin, nahêlin ambûlans bikevin taxê û got, "Van serdarên leşkerî ferman dane leşkerên xwe ku dema ambûlans hat, mîna ku şer heye, mîzansenekê amade bikin. Ev serdarên artêşê wê mîna yên beriya xwe, ji ber sûcê li dijî mirovahiyê werin darizandin."

Sariyildiz her wiha xwest, aqûbeta birîndarên sax ên li jêrzemînên yekemîn û duyemîn werin eşkerekirin.